Yekitiya Ragihandina Azad civînek ji rojnamevanên Tebqayê re li dar xist

Hevserokatiya Yekitiya Ragihandina Azad a Bakurê Sûriyeyê ji bo kesên li Tebqayê di warê ragihandinê de kar dikin, civînek li dar xist.

Yekitiya Ragihandina Azad civînek ji rojnamevanên Tebqayê re li dar xist
Yekitiya Ragihandina Azad civînek ji rojnamevanên Tebqayê re li dar xist
Yekitiya Ragihandina Azad civînek ji rojnamevanên Tebqayê re li dar xist
Yekitiya Ragihandina Azad civînek ji rojnamevanên Tebqayê re li dar xist
28 cotmeh, 2018   13:44

TEBQA

Di civînê de hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad, Evîn Yûsif rêgez û armancên yekitiyê ji beşdaran re diyar kirin, her wiha girîngiya yekitiyê vegot ku parastina mafên rojnamevanan dike.

Hevserokê yekitiyê Sîpan Can jî da zanîn ku yekitî hewl dide bi rêya sîstema hundirîn ku bi hemû pêşketinên siyasî re ku li qada Sûriyê û herêmî rû didin bigihîje karekî rast. Sîpan Can da xuyakirin ku têkiliyên wan bi hemû aliyên çapemeniyê yên di hundirê Sûriyeyê de hene, her wiha bi yekitî û ragihandinên herêmî û cîhanî re jî têkiliyan wan hene.

Sîpan Can destnîşan kir ku li herêmên rizgarkirî û bi taybet Tebqa, Reqa û Minbicê nûnerên meclisa yekitiyê ku ji 11 endaman pêk tê, hene. Her wiha avakirina komîteyeke navendî ku kar û xebatên rojnamevanan li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêsan bike, ava kirine.

Di dawiya civînê de Sîpan Can pirsên beşdaran li ser mekanîzmaya karê yekitiyê û girîngiya wê di birêxistinkirina dewreyên perwerdeyê de ji rojnamevanan re bersivandin.

(jo)

ANHA