Li Minbicê dar têne çandin

Komîna Şehîd Ebû Casim El-Bekarî ya bajarê Minbicê û bi koordîneya  Şaredariya Gel û Komeleya Tirkmenî dest bi çandina daran li ser rêya Heleb û Çerxerêya Sebi El-Behrat kir.

Li Minbicê dar têne çandin
Li Minbicê dar têne çandin
Li Minbicê dar têne çandin
Li Minbicê dar têne çandin
Li Minbicê dar têne çandin
28 cotmeh, 2018   13:42

MINBIC

Hemleya çandina daran ku bi armanca bedewkirina bajar û parastina ekolojiyê hate destpêkirin, şêniyên komîna Şehîd Ebû El-Casim, endamên rêveber ên meclisa xeta rojava, endamên Komeleya Tirkmenî beşdar bûn.

Şêniyan dar li aliyên rêya Helebê û li şûna darên berê yên li Çerxerêya Sebi Behrat çandin.

Li gorî berpirsên hemleyê, xebatên çandina daran dewam dikin û dê daran li Baxçeyê Şehîd Ebû Casim El-Bekarî yê nêzî Çerxerêya Sebi El-Behrat jî biçînin.

(kc)

ANHA