Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê 146 ton tov wergirt

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê cara duyemîn tovê genim werdigre da ku li cotkaran belav bike. Komîteyê vê carê 146 ton wergirt. 

Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê 146 ton tov wergirt
Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê 146 ton tov wergirt
Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê 146 ton tov wergirt
28 cotmeh, 2018   14:17

DÊRAZOR

Bi armanca pêşxistina çandiniya li herêmên Dêrazorê, Şerîketa Pêşxistina Civakî Çandinî ya girêdayî Rêveberiya Giştî ya Embar û Rêveberiya giştî ya Çandinî û Sewldariyê ya Bakûrê Sûriyê û hevkariya bi Meclisa Sûriyê Demokratîk 146 ton tovê genim ji komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê re şand. Tê payîn ku 30`ê Cotmehê her kîloyek bi 160 leyreyên Sûrî li ser cotkaran were belavkirin.

Li gorî Komîteya Çandiniyê, 100 ton ji gundên rojhilatê Dêrazorê re û 46 ton ji gundên rojava re hatine şandin. Hevserokê Komîteya Çandiniyê Mihemed El-Ezîz got wan di nava 15 rojan de ev cara duyemîne ku tov wergirtine.

(jo)

ANHA