Sersaxî ji malbata şehîd Cuma Şakir re hate xwestin

Gelê kantona Kobanê sersaxî ji malbata şehîdê YPG’ê Cuma Şakir (Qurşîn) re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Cuma Şakir re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Cuma Şakir re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Cuma Şakir re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Cuma Şakir re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Cuma Şakir re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Cuma Şakir re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Cuma Şakir re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Cuma Şakir re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Cuma Şakir re hate xwestin
28 cotmeh, 2018   12:18

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, şervanên YPG û YPJ’ê, endam û rêveberên saziyên sivîl berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Qurşîn (Cuma Şakir) ku li gundê wî Berxbotanê yê başûrê bajarê Kobanê û sersaxî ji malbata wî re xwest.

Şervanê YPG`ê Cuma Şakir (Qurşîn) ku di qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, duh li Goristana Şehîd Dîcle hate oxirkirin.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Abdulrehman Demir axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: “Şehîd Qurşîn di hemleya Bendava Tişrîn, Minbic, Tebqa, Reqa cihê xwe girt û herî dawî di hemleya Dêrazorê de şehîd bû. Şehîd Cuma hevalekî fedekar bû, em jî soza şopandina rêya wî didin.”

Paşê li ser navê Têkiliyên Giştî ya QSD`ê Ezîz Ehmed axivî û destnîşan kir ku hemû destkeftiyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin û wiha dewam kir: “Em soza şopandina rêya şehîdan nû dikin û em ê xeyalên wan pêk bînin.”

Merasîm bi tilîliyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(hk)

ANHA