Îran: Waşington nikare derketina petrola me rawestîne

Îranê ragihand ku Amerîka nikare rê li pêşiya derketina petrola Îranê bigire û alternatîfeke perola Îranê tune ye.

Îran: Waşington nikare derketina petrola me rawestîne
28 cotmeh, 2018   12:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê yekemîn ê serokê Îranê Ishaq Cihangerî got ku Amerîka nikare derketina petrola Îranê rawestîne.

Li gorî ajansa nûçeyan a IRNA Cihangerî diyar kir ku ev yek ji ber pilana Tehranê ya birêvebirina karûbarên welat e û got ku alternatîfeke ji petrola Îranê re tune ye.

Cihangerî di şahiyekê de ku ji bo sîgorta tenduristî li Îranê hatibû lidarxistin da zanîn ku Îranê di van mehên borî de 2.5 milyon bermîl petrol derfirotine û got ku derfirotina petrola Îranê rojane ji milyoneke bermîl kêmtir nabe.

Cihangerî got ku ev derewên ku siyasetmedarên Amerîka belav dikin û dibêjin dê petorla Îranê bi petrola Siûdiyê biguherînin û wiha domand: "Îran dikare pêdiviyên derfirotina petrolê peyda bike û dikare bi firotina rojane milyonek bermîl bes bike.

Cihangerî destnîşan kir ku 4'ê Mijdarê toreya duyemîn a cezayên Amerîka li ser Îranê dest pê dike û got ku evan ceza pîvanên mirovahî û navnetewî bipê dike û hemû serkeftinên ku 7 dewletan di 18 mehan de bi dext xistine têk dibe.