Ji ber bahozê li kampa El-Rikban 20 kesan jiyana xwe ji dest da

Li kampa El-Rikban li ser sînorê Sûriye û Urdunê ji ber bahoza tozê, 20 koçberan jiyana xwe ji dest da.

Ji ber bahozê li kampa El-Rikban 20 kesan jiyana xwe ji dest da
28 cotmeh, 2018   12:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji hundirê kampa El-Rikban li ser sînorê Sûriye û Urdunê da zanîn ku ji ber bahoza tozê di 3 rojên dawîn de qurbanî û birîndarn hene. Çavkaniyan diyar kir ku herî kêm 20 koçberan jiyana xwe ji dest da.

Kampa El-Rikban li ser sînorê Urdun Sûriyeyê ye, tê de koçberên Sûriyeyê ji parêzgehên Humis, Dêrazor, Bokemal, gundewarên Hema, Idlib, Siwêyda û Tedmûrê hene. Di kampê de 80 hezar koçber dimînin.

Li gorî agahiyên çavkaniyan ji ber toza bahozê gelek kon qetiyan û gelek malbat talan bûn. Pêdiviyên jiyanî û xizmeta tenduristiyê li kampê kêm e, her wiha hêzên rêjîmê kamp dorpêç kiriye û rêxistinên mirovî alîkariyê nakin.

(jo)

ANHA