Çinîna zeytûnan li Minbicê dest pê kir

Welatiyên bajarê Minbicê û gundewarên wê dest bi çinîna hilberîna xwe ya zeytûnan kir.

Çinîna zeytûnan li Minbicê dest pê kir
Çinîna zeytûnan li Minbicê dest pê kir
Çinîna zeytûnan li Minbicê dest pê kir
Çinîna zeytûnan li Minbicê dest pê kir
Çinîna zeytûnan li Minbicê dest pê kir
28 cotmeh, 2018   10:58

MINBIC

Beşeke mezin ji welatiyên bajarê Minbicê û gundewarên wê debara xwe ji hilberîna zeytûnan werdigirin. Li herêma Minbicê bi hezaran darên zeytûnan hene.

Li gorî cotkaran hilberîna îsal a zeytûnan ji salên borî baştir e. Nemaze di salên dagirkeriya komên çete de gelek dar ji aliyê çeteyan ve hatin hilkirin û şewitandin.

Welatiyeke ji gundê El-Sefa ya bi navê Delal El-Gehûd da zanîn ku hilberîna wan a zeytûnan a îsal baş e û di encama alîkariya aliyên têkildar de ziyan bi darên zeytûnan nebûye. Delal got  piştî barîna baranê ew zeytûnan diçînin, zimhêra xwe jê radikin û ji beşeke zeytûnan li guvaşgehan zeytê çêdikin.

ANHA