Avahîsaziya Girê Spî berfireh bûye û şaredarî ruxsetên avakirinê dide

Bajarê Girê Spî di van demên dawîn de û di çarçoveya serweriya aramî û ewlehiyê de, ji aliyê avahîsaziyê ve gelekî geş bûye. Li ser wê Şaredariya Gel a bajêr bi erka xwe radibe, çavdêriya projeyan dike û ruxsetan dide.

Avahîsaziya Girê Spî berfireh bûye û şaredarî ruxsetên avakirinê dide
Avahîsaziya Girê Spî berfireh bûye û şaredarî ruxsetên avakirinê dide
Avahîsaziya Girê Spî berfireh bûye û şaredarî ruxsetên avakirinê dide
Avahîsaziya Girê Spî berfireh bûye û şaredarî ruxsetên avakirinê dide
Avahîsaziya Girê Spî berfireh bûye û şaredarî ruxsetên avakirinê dide
Avahîsaziya Girê Spî berfireh bûye û şaredarî ruxsetên avakirinê dide
Avahîsaziya Girê Spî berfireh bûye û şaredarî ruxsetên avakirinê dide
28 cotmeh, 2018   10:45

IBRAHÎM E-EHMED / GIRÊ SPÎ

Piştî rizgarkirina bajarê Girê Spî ji hêla YPG-YPJ'ê ve û ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, şaredarî li piraniya navçe û bajarokên kantona Girê Spî ava bûn. Li ser wê bingehê şaredariyê bi rêya daîre û desteyên girêdayî wê dest bi pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê kir.

Tevî rêzexebatên xizmetguzariyê ku hatine pêşkêşkirin, bajarê Girê Spî ji aliyê avahîsaziyê ve di vê salê de bi awayekî berbiçav berfireh bûye. Ev jî piştî peydabûna madeyên avakirinê û karkeran pêk hat.

Li gorî Buroya Fenî ya Şaredariya Gel a Girê Spî, şaredariyê di vê salê de piştî şopandin û temamkirina girtekên fenî yên pêwîst, 50 ruxsetên avakirina avahiyên cuda daye.

Girêdayî mijarê serokê Buroya Fenî ya Şaredariya Gel a bajarê Girê Spî Mistefa Bozo têkildarî berfirehiya avahîsaziya bajêr wiha got: "Bi taybet îsal avakirin li piraniya taxên bajêr, bi awayekî berbiçav berfireh bûye. Wek Buroya Fenî, erka me ye ku em xebatên pêwîst ji şêniyan re bi rêya şopandinê û dayîna ruxsetan pêşkêş bikin.”

Girêdayî pergala ku ji bingeha wê ruxset tên dayîn Bozo diyar kir ku binerda bajêr li taxekî ji yê din cudatir e. Li hin taxan mirov dikare jêrzemîn û 3 qatên din ava bikin. Lê li hin deverên din ev ne pêkan e û tenê du qat tên avakirin.

Her wiha Bozo destnîşan kir ku Şaredariya Gel bi berfirehbûna avahîsaziyê re, gelek xebatên xizmetguzariyê ji qîrkirina rêyan û dirêjkirina toreyên avê û kanalîzasyonê pêşkêş kirine. Mistefa Bozo bang li şêniyan û bi taybet kesên ku di avakirinê de kar dikin kir ku di dema avakirinê de toreyên avê û kanalîzasyonê û qîra rêyan biparêzin.

(şx)

ANHA