Ruxmî astengdariyê çeteyên DAIŞ’ê bi sîxuriyê tawanbar kirin!

Ciwanê bi navê Raêd Elî El-Nehar, tevî astengdariya xwe lê dîsa jî jiyana xwe bi vîneke xurt domand lê tevî astengdariya xwe çeteyên DAIŞ'ê ew bi ajantiya QSD'ê tawanbar kir û jiyan lê herimand.

Ruxmî astengdariyê çeteyên DAIŞ’ê bi sîxuriyê tawanbar kirin!
Ruxmî astengdariyê çeteyên DAIŞ’ê bi sîxuriyê tawanbar kirin!
Ruxmî astengdariyê çeteyên DAIŞ’ê bi sîxuriyê tawanbar kirin!
Ruxmî astengdariyê çeteyên DAIŞ’ê bi sîxuriyê tawanbar kirin!
28 cotmeh, 2018   11:00

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Ruxmî xizantiyê û astengdariyê ciwanê 31 salî yê ji gundê Elwa Şemsan yê girêdayî bajarokê Mergedê yê kantona Hesekê li Bakurê Sûriyeyê bi navê Raêd Elî El-Nehar bi vîneke xurt dijî. El-Nehar ji astengdariyê re teslîm nebû, lê belê gewretirîn kiliyên jiyanê bi giyana daxwazker û karker ji bo peydakirina debarê xwe jiya.

Raêd El-Nehar beriya ku astengdar bibe, ajokar bû. Debara malbata xwe û lêçûna xwendinê jê peyda dikir. El-Nehar qezayek derbas kir. Di encamê de tevgera her du lingên xwe winda kir. Pêwîstiya wî ji bo dermankirin hebû. Lê ji ber lêçûna wê bi buhaya 5 milyon lîreyên Sûriyeyê di wê demê de û ji ber rewşa madî ya dijwar El-Nehar astengdar ma.

Bi hevkariya hevalên xwe vegerî jiyana normal û motorsîklêtek kirî da ku ji mal derkeve û bêhna xwe vede.

Raêd El-Nehar bi motorsîklêtê bi sed kîlmetreyan ji bajarokê diçû bajarê Hesekê. Di dema serweriya DAIŞ'ê li herêmê de, rojekê çeteyan ew rawestand û bi hinceta ku ew ajanê QSD'ê ye girt, îşkence lê kirin û her du lingên wî yên felcbûyî şikandin. Piştre bêyî derman bikin ew radestî malbata wî kirin.

El-Nehar destnîşan kir ku rêxistinên mirovî yên ku soza kursiyekî dabûn wî, heta niha soza xwe bi cih neanîne û wiha domand: "Kursiya ku niha ez bi kar tînim, ya pîrekê ye ku beriya vê wefat kiriye. Hema ez xwe pê îdare dikim."

Raêd El-Nehar bang li aliyên têkildarî kesên astengdar kir ku alîkariya wî bikin da ku kursiyekî bikire yan jî emeliyekê ku tê payîn wî ji vê rewşê xilas bike, bikin û bi bîr xist ku lêçûna emeliyê pir e û tu kes nikare alîkariya wî bike. Ji ber wê jî heta niha di vê rewşê de ma ye.

(şx)

ANHA