Mijarên îro rojnameyan behsê kirine ev in

Tirkiye li xwe mukur hat ku çete hêjî ji herêma bê-çek a Idlibê venekişiyane. QSD'ê bajaroka Sûsê ji destên DAIŞ'ê rizgar kir. Serokwezîrê Îraqê Adil Ebid El-Muhdî piştî ku beşekî ji hikûmeta wî hate erêkirin, sûnda destûrî xwar û nakokî der barê hejmareke wezaretan de berdewam e.

Mijarên îro rojnameyan behsê kirine ev in
25 cotmeh, 2018   08:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê der barê Idlibê de û avakirina komîteya destûrî û şerê tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê kirin. rojnameyan her wiha bal kişandin ser rewşa siyasî li Îraq û Lubnanê û aloziya Yemenê û Filistînê.

El-Heyat: Enqere demeke dirêjtir dixwaze da ku terorîstan ji derdora Idlibê vekişîne

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameyan behsa hevpeymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de kirin. Rojnameya El-Heyat diyar kir ku li rex berdewama binpêkirina hevpeymanê ji aliyê rêjîma Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî opozîsyonê, Tirkiye li xwe mukur hat ku vekişandina terorîstan ji devera bê-çek bi temamî pêk nehatiye û demeke dirêjtir dixwaze.

Rojnameyê ragihand ku tabûrên radîkal ên li Idlibê yên hevpeymana Rûsî – Tirkî qebûl nekirine, baregehên rêjîma Sûriyeyê li devera Corîn a gundewarê Hemayê topbaran kirin. tabûrên girêdayî Odeya Çalakiyan a bi navê  "Herêd El-Mûimînîn" wêneyên tobparanê belav kirin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku binpêkirin hêjî berdewam dibin û ragihand ku gelek top bi ser aliyê rojavayê bajarê Helebê ve hatin û balefirên keşfê jî li ezmanê bajarê Miharêt El-Nûman digeriyan. Her wiha hêzên rêjîmê jî gundê Diwêr El-Ekrad topbaran kir.

Şerq El-Ewsat: nîşanên "dijwarbûna dîplomasî di navbera Waşinton û Moskoyê de girêdayî Sûriyeyê derdikevin

Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku di van rojên bê de rêze civînên paya bilind dê bêne lidarxistin da ku dosya Sûriyeyê gotûbêj bikin. Rûsya bala xwe dikişîne ser dosya koçberan û jinûve avakirinê û Amerîka jî xwe bi hebûna leşkerî li rojhilatê Sûriyeyê ve girê dide da ku ber bi veguhestineke siyasî ve biçe.

Hefteya dîplomasî bi hevdîtina di navbera serokê Desteya Danûstandinan a opozîsyona Sûriyeyê Nesir El-Herîrî bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergî Lavrov re îro li Mosko dest pê Dike. Stîfan De Mistûra jî kurtenameyekê der barê encamên serdana xwe ya dawî li Şamê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê dike. De Mistûra bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd El-Muelêm re civiya û dosya avakirina komîteya destûrî gotûbêj kirin. Muelêm ji De Mistûra got ku mijara destûrî girêdayî serweriya Sûriyeyê ye û divê gelê Sûriyeyê bêyî destwerdaneke derve biryara wê bide.

El-Qudis El-Erebî: civîneke ewlehî ya Îran û Rûsya ji bo nexşandina nexşeya serweriyê li Dêrazorê.. DAIŞ jî xwe dispêre şaneyên razayî

Rojnameya El-Qudis El-Erebî ragihand ku li bajarê Bokemal a girêdayî parêzgeha Dêrazorê di navbera fermandarên Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê û efserên artêşa Rûsyayê de civînek hate lidarxistin.

El-Heyat: QSD'ê bajarokeke Sûrî rizgar dike û di êrîşa koalîsyona navnetewî de 37 DAIŞ'î hatin kuştin

Girêdayî qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ya "şerê tunekirina terorê" li rojhilatê çemê Firatê rojnameya El-Heyat ragihand ku Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bajaroka Sûsê ji destên DAIŞ'ê rizgar kir. Her wiha balefirên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê gelek êrîş li dijî baregehên DAIŞ'ê pêk anîn û di encamê de 37 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Îraq

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta nû ya Îraqê rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Serokwezîrê Îraq piştî erêkirina beşekî ji hikûmetê sûnd xwar"

Rojnameya El-Ereb jî behsa heman mijarê kir û manşêteke xwe wiha binav kir: "Adil Ebid El-Muhdî di çareserkirina mijara pavekirinê de têk çû".

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Heyat behsa geşedanên dawî yên Yemenê kir û nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Çavdêriyeke zêde li ser rayedarên partiyên li Senha".

Lubnan

Der barê xebatên avakirina hikûmeta nû ya Lubnanê de rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Ewn û Basîl rêgeza sêbeşî vedigerînin da ku serweriyê ji El-Herîrî vekişînin".

Filistîn

Girêdayî mijar û aloziya Filistînê jî rojnameya Şerq El-Ewsat behsa xebatên siyasî yên di navbera Îsraîl û Filistînê de kir û manşêteke xwe wiha binav kir: "Natanyaho 'ji dewletê kêmtir' pêşniyarî Filistîniyan dike".

Doza Xaşiqçî

Der barê doza rojnamegerê Siûdiyê ku li balyozxaneya Siûdiyê ya li Stenbolê hatiye kuştin de rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hesebên şaş ên doza Xaşiqçî; Erdogan li dijî wî mase serûbin kir".