Parlamenta Iraqê 14 wezîrên nû pejirand

Parlamenta Iraqê ji bo dengdanê li ser lîsteya desteya nû ya wezîran bike, li hev civiya û 14 wezîrên nû pejirand. Di dengdanê de ji 329 parlamenteran 220 wekîlan dengê 'pêbaweriyê' dan hikumetê.

Parlamenta Iraqê 14 wezîrên nû pejirand
25 cotmeh, 2018   08:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Lê belê wezîrên karên hundir û parastinê ku gelekî girîng in, hîn nehatine pejirandin.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî hefteya bihurî di civîna çapemeniyê de ragihandibû ku ew amade ye erkên xwe radestî Serokwezîrê nû bike.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih roja 2'ê Cotmeha 2018'an siyasetmedarê Şîa yê Iraqî Adil Abdulmehî ji bo avakirina hikumeta nû wezîfedar kiribû. Abdulmehdî divê heta 2'ê Mijdarê desteya nû ya wezîran ava bike.