Apê Dîbo û taxa Şêxmeqsûd

Dîbo Îbrahîm yek ji şahidên çîrokên berxwedan û têkoşîna gelê taxa Şêxmeqsûdê ye. Li rex şervanên YPG/PYJ'ê di gelek eniyên de cihê xwe girtiye. Bi vê yekê tekez dike ku parastina welat berpirsyariya hemûyan e.

Apê Dîbo û taxa Şêxmeqsûd
Apê Dîbo û taxa Şêxmeqsûd
Apê Dîbo û taxa Şêxmeqsûd
Apê Dîbo û taxa Şêxmeqsûd
Apê Dîbo û taxa Şêxmeqsûd
25 cotmeh, 2018   08:21

SÎLVA MISTEFA / HELEB

Taxa Şêxmeqsûd a Helebê bû şahida bi sedan çîrokên berxwedana şênî û şervanên YPG/YPJ'ê. Apê Dîbo Îbrahîm çîroka berxwedana li dijî çeteyên serdemê ye.

Apê Dîbo 60 salî ye, ji kantona Kobanê ye û bi navê 'Şêxê Kobanê' tê naskirin. Bavê 6 zarokan e. Du ji wan şervanên YPG'ê yên bajarê Helebê ne. Apê Dîbo niştecihê taxê ye.

Parastin û berxwedan berpirsyariya hemûyan e

Di dirêjahiya salên berê yên şer û bûyerên ku li taxê rû dane de, apê Dîbo mala xwe terk nekir. Her wiha apê Dîbo li rex şervanên YPG/YPJ'ê di xendekên şer de cihê xwe girt.

Apê Dîbo dibêje ku ji ber vîna xwe ya xurt ya ku ji bingeha baweriya wî bi şervanên YPG/YPJ'ê di parastina taxê de girtiye ew çek rakir.

Apê Dîbo hin bûyerên ku hatine serê wî, ji ajansa me re vegotin. Apê Dîbo wiha got: "Mala min dikeve çerpên destpêkê li gundê Bino. Di dirêjahiya demên topbaranê de ez ji mala xwe derneketim, ruxmî ku şervanan ji min re digot derkeve. Lê min daxwazên wan red dikirin.   Wê demê de ez û malbata xwe bi erka xwe di amadekirina xwarinê ji şervanan re û dermankirina birîndaran de û veguhestina wan ji nexweşxaneyê re rabûn."

Di sala 2014'an de û bi dijwarbûna êrîşên destpêkê li ser taxê, 40 komên çeteyan êrîşî taxê kir. Di wê demê de apê Dîbo cihê xwe di parastina taxê de girt.

Apê Dîbo erka xwe di çarçoveya amadekirina xwarinê û alîkariya birîndaran de sînordar nekir, lê belê mîna gelek şêniyên taxê ku derketina ji bajêr red kir, li hemberî êrîşên El-Heyanî, kolana El-Muxabarat, El-Seken El-Şebabî, rizgarkirina El-Eşrefiyê û Kolana 15-20 de cihê xwe girt.

Berxwedana her ferdekî taxê û şervanan

Apê Dîbo wiha li gotinên xwe zêde dike: "Me gelek rojên dijwar derbas kirin. Lê dîsa jî me li rex ewladên xwe yên şervan di çeperên şer de li ber xwe da. Me desteka hev du kir û em bi zaîftiyê nehesiyan. Lê berovajî wê me hêza xwe ji hev du girt. Me gelek fedekarî da û em teslîm nebûn."

Di berdewama gotinên xwe de apê Dîbo destnîşan kir ku berxwedana şêniyên taxê di encama vîna xurt a hemû şêniyên taxê hat û wiha domand: "Baweriya me bi hebûna YPJ/YPG'ê ji bo parastina me mezin e. Dîrok jî şahidê vê berxwedana ku dê di rûpelên dîrokê de bi xêzikên zêrîn were nivîsandin e. Her bihostek ji taxa Şêxmeqsûd şahidê berxwedana ewladên wê ye."

Di dawiyê de apê Dîbo wiha axivî: "Îro eger em dijîn û gelek destkeftî me bi dest xistine, ev bi saya fedekariyên şehîdan e. Şêniyên Şêxmeqsûdê gelek azar kişandine û berdêlên bêhempa dane. Lê dîsa jî ji zilm û zordariyê re serî netewandin. Tax û ewladên wê bi xwe çîrokên berxwedanê ne."

(şx)

ANHA