Li Şehbayê mayîn teqiya: Ciwanekî Efrînî birîndar bû

Li Til Rifet a Şehbyê ji ber teqîna mayîneke çeteyan, ciwanekî Efrînî birîdar bûn.

Li Şehbayê mayîn teqiya: Ciwanekî Efrînî birîndar bû
20 cotmeh, 2018   17:37

ŞEHBA

Li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê mayîneke ku çeteyan demê berê bi cih kiribûn teqiya, di encamê de ciwanek Efrînê bi navê Ibrahîm Hisên Hemade yê 20 salî bi giranî birîdar bû.

Şêniyan birîndar rakirin nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê.

Li gorî agahiyên ji nexweşxaneyê hatin girtin Ibrahîm Hemada bi giranî birîdar bûye.

Ekîpa belgekirinê ya girêdayî Heyva Sor a Kurd li Efrînê di belgeyekê de diyar kir ku ji meha Adarê û şûn ve li Şehbayê 49 kes ji ber mayînên çeteyan birîndar bûne.

ANHA