Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi şêniyên Efrînê re civiya

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Buroya Efrînê ji bo danasîna armancên partiyên paneleke li dar xist. Di panelê de hate gotin, pêwîste gelê Sûriyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi şêniyên Efrînê re civiya
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi şêniyên Efrînê re civiya
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi şêniyên Efrînê re civiya
20 cotmeh, 2018   16:54

ŞEHBA

Panel, bi dirûşmeya "Rola partiyê di pêşxistina felsefeya civakî û danûstandinan de"li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên Efrînê, tevî endamên sazî û meclisan beşdarî panelê bûn.

Panel bi bîranîna şehîdan dest pê kir. Serokê Partiya Pêşerojê yê Sûriyê ya Buroya Efrînê Mihemed Nûr rêgez û armancên partiyê destnîşan kir û got, armacna Partiya Pêşerojê ya Sûriyê avakirina Sûriyeke ne navenedî ye û çareserkirina aloziya Sûriyê bi riya diyaloganên siyasî ye.

Mihemed Nûr, di berdewama axaftina xwe de, anî ziman ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di demeke de ku hewcedariya gel bi mîna vê partiyê hebû, hate damezirandin û got, partî nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê dike.

Nûr, her wiha teqezî li ser girîngiya xebateke hevbeş ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî û pêşxistina aboriyê kir.

Endamê Buroya Rêvebera ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Efrînê Mihemed Beyrem jî armancên partiyê şîrove kir û wiha anî ziman: "Armanca sereke ya partiyê parastina pirrengiya civakî û pêkhateyên wê ye, biryara diyarkirina çarenûsa  gelê Sûriyê ne destê pêkhate ya jî netewekî de ye, lê belê pêwîste biryar ji aliyê civaka Sûriyê ve were girtin. Gelê Sûriyê xwedî hêz e dikar biryara xwe diyar bike, lewra divê biryara diyarkirin çarenûsa gelê Sûriyê Sûrî- Sûrî be, dûrî mudaxeleyên hêzên derve be."

Di panelê de, Rêvebera Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Efrînê Bêrîvan Cinêd destnîşan kir ku partî ji bo pêşxistina  rola jin di civakî de û pêkanîna wekheviya di navbera herdu zayendan de dixebite. Bêrîvan anî ziman ku ku jin bingeha azadiya civakê ye.

Rêveberê Buroya Ciwan û Têkiliyan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê jî armanc û mîsyona buroyên partiyê da nasîn.

Di panelê de, nêrînên beşdaran jî derket pêş. Di vê çarçoveyê de, rola partiyê û girîngiya hevgirtina hemû pêkhateyên di pêkanîna demokrasiyê de hate destnîşankirin.

ANHA