Mîhrecana şehîd Hogir destpê kir

Çalakiyên Çaremîn Mîhrecana Şehîd Hogir a Çand û Hunerê ya Dicle- Giratê li bajarê Kobanê dest pê kir.

Mîhrecana şehîd Hogir destpê kir
Mîhrecana şehîd Hogir destpê kir
20 cotmeh, 2018   16:16

KOBANÊ

Mîhrecana îsal  ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) ve bi dirûşmeya  "Serî hilde, şer bike û Efrînê azad bike” hatiye organîzekirin.

Mîhrecanê bi beşdarbûna bi sedan şêniyên ji herêma Firat û Cizîrê li qana Şehîd Egîd a bajarê Kobanê dest pê kir.

Endamên Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) dest bi pêşwazîkirina şandiyan dike.

Li gorî komîteya amadekar a mîhrecanê, çalakiyên mîhrcanê ji dîlan, stran, şano, helbest û pêşangeh pêk tê. Di mîhrecanê de dê çand û hunera hemû pêkhateyên herêmê Ereb, Kurd, Ermen û Suryan werin nîşandan. Her wiha dê pêşbirka hespan û hêştiran û hwd werin organîzekirin.

Mîhrecana Şehîd Hogir û Çand û Hunera Dicle- Firat bi armanca danasîna çanda gelê Bakurê Sûriyê tê organîzekirin.

(ekîp)

ANHA