Cotkarên Cizîrê careke din “Semada xwezayî” bikar tînin

Çotkarên navçeya Tirbespiyê careke din”Semadea xwezayî” ango zibilê sewalan bi kar tînin.

Cotkarên Cizîrê careke din “Semada xwezayî” bikar tînin
Cotkarên Cizîrê careke din “Semada xwezayî” bikar tînin
Cotkarên Cizîrê careke din “Semada xwezayî” bikar tînin
Cotkarên Cizîrê careke din “Semada xwezayî” bikar tînin
Cotkarên Cizîrê careke din “Semada xwezayî” bikar tînin
13 cotmeh, 2018   10:01

RÊNAS REMO – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Gelê herêmê ji demên berê de ziblê sewalan ji bo zeviyên xwe bikar tînnin. Ji ber ziblê sewalan faydeyê dide hemû cûreyên çandiniyê û dide axê.

Di ziblê sewalan de madeyên Netrojin, Fisfor û Botasyom heye. Ev madeyan ji bo axê sereke ne. Her wiha ziblê sewalan ji semadê din ku tê çêkirin baştire.

Di demên dawî de ji ber ku semada çêkirî ku bi awayekî neynî bandor li axê û tendirûsitiya mirovan dikir, dihat peydakirin xelkên herêmê dev ji semada sewalan berdan. Ji bo ku bandoriya semadê li ser axê û tendirûstiyê qut bikin careke din xelkên navçeya Tirbespiyê li ziblê sewalan vegeriyan.

Pisporê Çandiniyê yê ji navçeya Tirbespiyê ye Şêxmûs Hesen got a herî baş ku cotkar ziblê sewalan bikar bînin ji ber ku madeyên sereke ji bo çandiniyê têde hene û rêjeyeke bilind ji madeya Netrojîn a ku fayde yê dide hemû cûreyên çandiniyê têde heye.

Şêxmûs diyar kir ku ziblê sewalan axê nû dike, û bandorya semada çêkirî ango(Kîmawî) ji axê radike.

Der barê şêwazê bikaranîna zibl cotkar Şahîn Îsmaîl diyar kir ku beriya ew erdên xwe cot bikin zibil direşînin, paştê erdên çandiniyê gelek caran cot dikin da ku zibil tev li axê bibe.

(bx)

ANHA