‘Îsraîl, Sûriyê û NY`ê der barî vekirina deriyê El-Quneytra lihev kirin’

Nûnera  Amerîkayê ya Netewên Yekbûyî Nîcky Haley roja Înê got Îsraîl, Sûriyê û NY`ê  der barî jinûve vekirina deriyê El-Quneytra ya li Colanê lihev kirin. li gorî hevkirinê wê derî roja duşemê were vekirin.

‘Îsraîl, Sûriyê û NY`ê der barî vekirina deriyê El-Quneytra lihev kirin’
13 cotmeh, 2018   10:36

NAVENDA NÛÇYAN

Nûnera Amerîkariyê ya li gel NY`yê Nicky Haley piştî ku Rûsya di destpêka meha Cotmehê de diyar kir ku deriyê "El-Qunyetra" ya di navbera Sûriyê û Îsraîl de amade ye ku ji aliyê Sûriyê ve were vekirin, got Îsraîl, Sûriyê û NY`yê der barê vê yekê de lihev kirine.

Haley destnîşan kir ku ew hewl didin ku Îsraîl û Sûriyê derfet bidin ku hêzên Parastina Aştiyê yên girêdayî NY`yê derbas bin û ewlekariya wan misoger bikin.

Hêzên rêjîma Sûriyê di dawiya meha Tîrmehê, di encama lihevkirina Rûsya bi gurûpên çete re deriyê El-Quneytra xistin bin serwiya xwe de.

Ji aliyê xwe ve polîsên leşkerî yên Rûsya ji aliyê Sûriyê parastina derî dike.

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Evgîdor Lieberman diyar kiribû ku Îsraîl amade ye ku derî vebike.

(bx)