Tevî wegirtina S-300’an jî Îsraîl dê topbarana xwe li ser Sûriyeyê bidomîne

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Natanyaho piştrast kir ku tevî ku Sûriyeyê çekên S-300 wergirtine jî Îsraîl dê dijberiya xwe li hemberî Îran û Hizbullahê di Sûriyeyê de berdewam bike.

Tevî wegirtina S-300’an jî Îsraîl dê topbarana xwe li ser Sûriyeyê bidomîne
10 cotmeh, 2018   11:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Natanyaho ji cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Maksîm Îkîmov re dema ku serdana Qudsê dikir, piştrast kir ku Îsraîl dê dijberiya xwe li hemberî Îran û Hizbullahê di Sûriyeyê de berdewam bike.

Natanyaho di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku wî Îkîmov agahdar kiriye ku Îsraîl dê li hemberî hewldanên Îranê yên xwebicihkirina leşkerî di Sûriyeyê de û li dijî şandina wê ya çekên pêşketî ji Hizbullahê re derkeve.

Natanyaho got li ser bingeha xweparastinê Îsraîl dê çalakiyên xwe li dijî Îranê û amûrên wê di Sûriyeyê de berdewam bike.

Rêjîma Sûriyeyê di nîvê meha Îlona borî de balafireke Rûsyayê bi şaştî xist xwarê û Rûsyayê jî bûyera xistina balafirê xist stûyê Îsraîlê. Li hemberî vê bûyerê Moskovê ragihand ku dê tedbîrên parastina leşkerên xwe di Sûriyeyê de bigire û yek ji van tedbîran dê sîstema fûzeyan a S-300 radestî rêjîma Sûriyeyê bike.