Şaredariya Gel a Dêrikê li navçeyê rêyeke nû çêkir

Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê ya kantona Qamişlo li Taxa Şehîd Xebat rêyeke nû bi dirêjehiya 250 metre û firehiya 12 metre vekir da ku tevgera di nava taxê de hêsantir bibe.

Şaredariya Gel a Dêrikê li navçeyê rêyeke nû çêkir
Şaredariya Gel a Dêrikê li navçeyê rêyeke nû çêkir
Şaredariya Gel a Dêrikê li navçeyê rêyeke nû çêkir
Şaredariya Gel a Dêrikê li navçeyê rêyeke nû çêkir
10 cotmeh, 2018   11:06

QAMIŞLO

Di demên berê de li Taxa Şehîd Xebat binesazî bê ser û ber bû, ji ber wê şaredariya gel di çarçoveya projeyên sala 2018`an de dê li gorî derfetên xwe xizmetên ji bo taxê berfireh bike.  

Şaredariyê di destpêkê de rêyeke nû di taxê de vekir da ku tevger li taxê hêsantir bibe. Endama Buroya Fenî ya Şaredariya Gel Lîna Xelîl got wan ew rê li taxê vekir û her wiha dê xebatên xwe ji bo çaksaziya binesaziyê zêdetir bikin.

Her wiha şaredarî dê bingeha kolanên xirabûyî li taxên Cûdî, Sor, Şehîd Xebat û Rojava deyne.

(bx)

ANHA