Sersaxî ji malbatên şehîdên Erka Xweparastinê re hate xwestin

Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê sersaxî ji malbatên 2 endamên Erka Xweparastinê Mecid El-Reşîd û Mihdî Mihêmid re xwest ku di 7`ê Cotmeha 2018`an de li herêma Dêrazorê şehîd bûbûn.

Sersaxî ji malbatên şehîdên Erka Xweparastinê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Erka Xweparastinê re hate xwestin
10 cotmeh, 2018   10:44

HESEKÊ

Îro bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, şervanên YPG û YPJ’ê û Meclisa TEV-DEM`ê ji malbata her du şehîdan re sersaxî xwest. Merasîma sersaxiyê li salona şehîdan hate lidarxistin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Zehra Qido axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ew ê heta dawiyê rêka şehîdên azadiya Kurdistanê bişopînin û wiha dom kir: "Gelek dewletan ji bo binpêkirina nirxên Kurdan li hev kiriye. Li dijî van hewldanên wan ji me tê xwestin ku em xeta şehîdên xwe bişopînin."

Li ser navê Fermandariya YPG`ê Hecî Seyfedîn jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Hecî Seyfedîn diyar kir ku şehîdên azadiyê ji bo azadiya axa welatê xwe canê xwe feda kiriye û wiha bi dawî kir: "Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya hemû şehîdên azadiyê bin."

Di merasîmê de her wiha li ser navê Kongreya Star Hemrîn Ehmed axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û da zanîn ku gelek şehîdan di oxira parastina xaka welat de canê xwe feda kirin.

Bi navê Partiya Yekitiye Demokratîk (PYD) Ciwan Îso sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û rola şehîdan di rizgarkirina herêmê de anî ziman. Ciwan banga xwedîderketina li xwîna şehîdan kir û got divê asta berxwedanê bilindtir bikin.

 (ekîb)

ANHA