Li Girê Spî dewreya perwerdeyê ya QSD`ê bi dawî bû

Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn a QSD`ê îro dewreya perwerdeyê ya bi navê Dewreya Şehîd Dara Şûniye bi dawî kir.

Li Girê Spî dewreya perwerdeyê ya QSD`ê bi dawî bû
10 cotmeh, 2018   10:59

GIRÊ SPÎ

Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gundê El-Kenterî ya rojhilatê bajarê Girê Spî dewreya perwerdeyê ya bi navê Dewreya Şehîd Dara Şûniye ku di sala 2016`an de li bajarê Minbicê şehîd bûye, bi dawî kir. Dewreya perwerdeyê ku bi dehan ciwanên Dêrazorê tev lê bûbûn, 16 rojan berdewam kir.

Di merasîma bidawîkirina dewreyê de toreneke leşkerî ji aliyê şervanên ku tev li dewreyê bûne ve hate lidarxistin. Paşê şervanan soza leşkerî da.

Merasîma bidawîkirina dewreyê bi dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA