QSD‘ê li nêzî gundê El-Meraşdê depoyeke çekan a çeteyan dît

QSD‘ê li nêzî gundê El-Meraşdê depoyeke çek û cebilxane ya çeteyên DAIŞ‘ê dît.

QSD‘ê li nêzî gundê El-Meraşdê depoyeke çekan a çeteyan dît
7 cotmeh, 2018   17:41

DÊRAZOR

Şervanên QSD‘ê di çarçoveya xebatên paqijkirina derdora bajaroka Sûsê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê de depoyeke çek û cebilxane ya çeteyên DAIŞ‘ê dît.

Ji şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Ezam got: "Di çarçoveya pêşdeçûna me ya ber bi gundê El-Meraşdê de me dijmin şikandin, li wir me depoyeke çek û cebilxane ya DAIŞ‘ê dît."

Ebû Ezam diyar kir ku çekên hatin desteserkirin "Bombe, guleyên RPG, topên hawn, doçka 12-7"

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Ezam destnîşan kir ku pêşdeçûna wan a ber bi bargeha dawîn a çeteyên DAIŞ‘ê berdewam e.

ANHA