Li Endonezya zêdeyî 1700 kes mirin û 5 hezar jî windayî ne

Bîlançoya erdhej û tsûnamî ya Endonezyayê her ku diçe girantir dibe. Li gorî bîlançoya nû ji 1700 kesî zêdetir kes miriye û 5 hezar kes winda ne.

Li Endonezya zêdeyî 1700 kes mirin û 5 hezar jî  windayî ne
7 cotmeh, 2018   17:24

NAVENDA NÛÇEYAN 

Erdhej û tsunamî ya li girava Sîlawesî ya Endonezyayê ku 28’ê Îlonê pêk hatibû bîlançoyeke giran li pey xwe hişt.  Xebatên lêgerînê didomin, her roj hine dî dimirin.

Li gorî bîlançoya dawî ya Ajansa Bobelatên Sirûştî û Rêvebera wê 1.763 kes mirin. Li gorî tîmên alîkariya lezgîn li Palu ya bi nifûsa 350 hezarî du tax bi temamî hilweşiyane û bi hezaran kes li bin kavilan mane. Tê gotin li taxên Petobo û Balaroa ji 5 hezarî zêdetir kes winda ne.

Tê payin ku xebatên lêgerînê Pênçşemê biqedin. Hêviya ku kesekî ji bin kavilan bi saxî xilas bikin nemaye.