Li Kobanê û Serêkaniyê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Li Kobanê û Serêkaniyê du cangoriyên azadiyê bi merasîmên girêsayî hatin oxirkirin.

Li Kobanê û Serêkaniyê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê û Serêkaniyê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê û Serêkaniyê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê û Serêkaniyê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê û Serêkaniyê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê û Serêkaniyê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê û Serêkaniyê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê û Serêkaniyê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Kobanê û Serêkaniyê cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
7 cotmeh, 2018   17:03

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên bajara Kobanê şervanê QSD‘ê Siymend Kobanê (Mehmûd Cuma) ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû bi merasîmeke girsayî li Goristana şehîd Dicle spartin axê.

Merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir, paşê li ser navê Rêveberiya Kongreya Star Edle Bekir sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:"Bedel çi dibe bila bibe em tu carî serî ji dijmin re natewînin û em ê her li ser riya şehîdên xwe bin."

Li ser navê  TEV-DEM‘ê Hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk a Kobanê Ehmed Şêxo axivî û diyar kir ku rêya Şehîd Siyamend şopandiye rêya rumet û mirovahiyê ye. Ehmed Şêxo got :" Beriya çar salan rêhevalên şehîd Siyamend bi qehramaniyê ku di dunyayê de  tu carî nehatiye dîtin li hember terora navnetewî ya DAIŞ`ê axa Kobanê bi xwîna xwe avdan."

Her wiha di merasîmê de wesîqeya şehîd ji aliya endama Meclisa Malbata Şehîdna Armanc Mihemed ve hate xwendin û radestî malbatê şehîd hat kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nava dirûşm û tilîliyên dayikan spartin axê.

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Serêkaniyê ji bo oxirkirina cenazeyê endamê Erka Xweparstn Ehmed Salih EL- Îsa yê ku di 5`ê Cotmehê 2018‘an de di encama teqîna maynekê de li Serêkaniyê şehîd bibû, li ber Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê kom bibûn. Piştî ku cenaze wergirtin û bi karwanekî berê xwe dan goristana şehîdan a Serêkaniyê.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêrîn Şêxê axivî û sersaxî ji malbat şehîd re xwest û wiha got: "Şehîd minareya me ya têkoşîna li dijî terorê ne."

Ji fermandarên YPG`ê Baran Amûdê axivî û û soza şopandina rêya şehîdan da pêkanîna jiyaneke bi rûmet.

Piştî axaftin bi dawî bûn, wesîqeta şehîd hatin xwendin û radestî malbata wan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, şervanan cenazeyê hevalê  xwe bi dirûşmên ``Şehîd namirin`` veşartin.

ANHA