'Ocalan rêya rast nîşanî me daye, em ê heya azadiya wî têkoşînê bikin‘

Jinên Efrînê gotin: "Ocalan rêya rast nîşanî me daye û em fêrî xweparastinê kirin, lewra em ê heya azadkirina wî têkoşînê bikin."        

'Ocalan rêya rast nîşanî me daye, em ê heya azadiya wî têkoşînê bikin‘
7 cotmeh, 2018   16:28

SOLÎN REŞÎD-ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Bi sedan jinên Kantona Efrînê beşdarî meşa ku îro li navçeya Şêrawa ya girêdayî Kantona Efrînê ku bi boneya salvegera 20'an a komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû orgenîzekirin, bûn.

Jinan bi rêya ajansa me têkildarî komployê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Welatiya bi navê Fikret Umer got, " armancên komployê negihştine serî, ji ber ku nikarîn me ji fikrên Ocalan dûr bixistana. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin heta em Ocalan azad bikin."

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Emîna Mihemed got, dewletên komploger fikrên demokratîk ên Ocalan wekî xeteriyekê li ser pergala xwe yên kapîtalîzm dibînin û wiha pê de çû: "Bila hemû dewlet zanibin ku em li ser firkên Ocalan dimeşin û em wî weke rêber ji xwe re dibînin."

Welatiya bi navê Wîdad Xelîl diyar kir ku ew li hember binpêkirinên der heqê Ocalan de li girtîgeha Îmrayê pêk tên bêdeng namînin û ev tişt bilêv kir: "Ocalan rêya rast nîşanî me daye, ew me fêrî xweparastinê kir. Ji ber wê çalakiyên me heta rakirina tecrîdê û azadiya wî berdewamin."

Wîdad bang li rêxistinên navdewletî kir ku destwerdanê bikin û binpêkirinên dewleta Tirk ên der heqê Ocalan de rawestînin û destûr bidin parêzer û malbat wî hevdîtinan bikin û got: "Em dixwazin rewşa tenduristiya Ocalan nas bikin."

(şx)

ANHA