Ayşa Hiso: Komplo bi ser neket

Ayşa Hiso diyar kir ku komploya navdewletî ya ku fikrên Ocalan ên demokratîk hedef girtiye têk çûye û got: "Ji ber ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê felsefeya netewa demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kirine bingeh."

Ayşa Hiso: Komplo bi ser neket
Ayşa Hiso: Komplo bi ser neket
Ayşa Hiso: Komplo bi ser neket
Ayşa Hiso: Komplo bi ser neket
Ayşa Hiso: Komplo bi ser neket
Ayşa Hiso: Komplo bi ser neket
7 cotmeh, 2018   16:13

QAMIŞLO

Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li hola navenda çandî ya navçeya Til Hemîsê civînek li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê, rûspiyên êlên herêmê, hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso, rêveber û endamên partiyê beşdarî civînê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê hevseroka PYD'ê Ayşa Hiso li ser geşedanên siyasî li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyeyê bi taybet axivî.

Ayşa wiha got: "Cezayên ku der heqê Îranê de di çarçoveya dosyeya nûklerî de hatine birîn, siyaseta ewropeyê armanc jê derxistina Îranê ji Sûriyeyê diyar dike. Hemû hewl didin rola hêza din di Sûriyeyê de biçûk bike."

Têkildarî rewşa idlibê Ayşa Hiso got: "Tirkiye û Rûsya li ser mijara Idlibê û çeteyên li wir lihev kirine. Lê ev peyman li dijî gel û aramiya Sûriyeyê ye. Ji ber ku her du dewlet tenê berjewendiyên xwe diparêzin."

Di berdewama axaftina xwe de Ayşa diyar kir ku dagirkirina Tirkiyê xaka Sûriyeyê ne rawa ye û divê gelê Sûrî li hember wê bibin yek û ji bo bidawîkirina dagirkeriyê tê bikoşin.

Her wiha Ayşa tekez kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD) pêngava dawî a Şerê Tunekirina Terorê li dijî DAIŞ'ê dimeşîn û hindek maye ku DAIŞ li Bakur û Rohilatê Sûriyeyê bi temamî bi dawî bike.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Ayşa Hiso destnîşan kir ku komploya navdewletî der heqê Ocalan de pêk hatiye, fikrên Ocalan ên demokratîk hedef girt. Lê ev komplo têk çûye ji ber ku gelên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê felsefeya netewa demokratîk a ku Ocalan pêşkeş kiriye ji xwe re kirin bingeh û bi rêya vê felsefeyê maf û azadiya hemû pêkhatyên herêmê hatin parastin.

Piştî bidawîbûna axaftina Ayşa Hiso, deriyê nîqaş û pirsan ji beşdaran re hate vekirin.

(şx)

ANHA