Navenda Tenduristiyê li bajarê Minbicê hat vekirin

Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê bi sponseriya Heyva Sor a Kurd û rêxistina UPP, yekemîn navenda tenduristiyê li bajêr vekir.

Navenda Tenduristiyê li bajarê Minbicê hat vekirin
Navenda Tenduristiyê li bajarê Minbicê hat vekirin
Navenda Tenduristiyê li bajarê Minbicê hat vekirin
Navenda Tenduristiyê li bajarê Minbicê hat vekirin
Navenda Tenduristiyê li bajarê Minbicê hat vekirin
Navenda Tenduristiyê li bajarê Minbicê hat vekirin
Navenda Tenduristiyê li bajarê Minbicê hat vekirin
Navenda Tenduristiyê li bajarê Minbicê hat vekirin
Navenda Tenduristiyê li bajarê Minbicê hat vekirin
7 cotmeh, 2018   14:05

MINBIC

Bi armnaca pêşkeşkirina dermankirinê û pêşxistina warê tenduristiyê li Minbicê, Komîteya Tenduristiyê bi sponseriya Heyva Sor a Kurd û rêxistina UPP bi merasîmekê yekemîn navenda tenduristiyê li bajêr vekir.

Navend dikeve kolana riya Cerablusê li nêzî dibistanan Ebû Fîras El-Hemedanî. Navend ji 4 beşên destwerdana lezgîn, beşê jinan, zarokan, hundirîn, labrator û dermanxaneyekê pêk tê. Navend 24 saetan vekiriye.

Bi dehan endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Minbicê, Rêveberiya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şandeyek ji Heyva Sor a Kurd a Qamişlo û bijîşkên nûnerên rêxistina UPP beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Farûq El-Maşî axivî û vekirina navendê li şêniyên Minbicê pîroz kir. Her wiha kedên ku bi armanca pêşxistina warê xedemî li ser asta tenduristî li bajarê Minbicê destnîşan kir.

Di berdewama axaftina xwe de Farûq tekez kir ku bi saya keda hêzên leşkerî aramî û ewlehî li bajêr pêk hatiye û hemû xebat têne meşandin.

Paşê endama Meclisa Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa axivî û vekirina navendê li hemûyan pîroz kir û tekez kir ku ew amade ne alîkariyê pêşkeşî navendê bikin.

Her wiha bi navê Meclisa Jinan Ibtîsam Abdulqadir vekirina navendê pîroz kir û girîngiya warê tenduristiyê ji bo jinan destnîşan kir.

Girêdayî mijarê bi navên Komîteya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd Muna Zekeriya û Mihemed Hemediye axivîn û diyar kirin ku welatiyên Minibcê ji ber şer gelek azar kişandine û tekez kirin ku pêşkeşkirina xebatên tenduristiyê erka wan in.

Piştî bi dawîbûna axaftinan dayîka Şehîd Mihemed Elî Fatme El-Mihemed navend vekir.

Komîteya Tenduristiyê gelek navend li gundewarên Minbicê vekirine lê ev navenda yekemîn li bajêr tê vekirin. Li gorî Komîteya Tenduristiyê ew amadekariyên vekirina navendên din li gundewarên Minbicê dikin.

(şx)

ANHA