Ji bo endamê Hêzên Asayîşê Xelef Dabo sersaxî hate xwestin

Sedan kesî ji bo endamên Hêzên Asayîşê Xelef Dabo sersaxî xwestin.

Ji bo endamê Hêzên Asayîşê Xelef Dabo sersaxî hate xwestin
7 cotmeh, 2018   13:55

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hesmîs a kantona Qamişlo, ji bo endamê Hêzên Asayîşê Xelef Dabo yê ku 5‘ê vê mehê di encama qezaya trafîkê de şehîd bibû, konê sersaxiyê li gundê wî Dabo ku 2 km dikeve rojhilatê bajaroka Cezayê veda.

Welatiyên navçeyên Til Koçer û Til Hemîsê ji saetên sibehê ve li gel berizkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berê xwe dan bin kon û sersaxî xwestin.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîd Xelef, alên Hêzên Asayîşê, QSD, YPJ, YPJ û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye xemilandin.

Di bin konê serasxiyê de ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û axaftin hatin kirin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçer Meha Mesûd, bi navê Meclisa Navçeya Til Koçer, Ehmed Hemûd, bi navê Hêzên Asayîşa Cezayê Îbrahîm El-Sayir û bi navê Meclisa navçeya Ceza Ilwan Xezal axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de serasaxî ji malbata şehîd Xelef re hate xwestin û hate gotin: "Şehîd mişeleya azadiyê ye, ya ku rêya me ronî dikin û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de pê tînin."

Kesên axivîne gotin: "Ji bo parastina zarok û xaka xwe, em xwînê didin, mafê me ye wekî gelê Sûriyeyê ku bi azadî li ser axa xwe jiyan bikin.  Em şer dikin û em ê şer bikin ta serkeftinê pêk bînin."

Her wiha hate gotin, gelê herêmê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas girtin û wekî rêya xelaskirina gelên bindest ji zulmê bi nav kirin.

Di axaftinan de, hat gotin ku, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe û wiha hate domandin: "Hêzên herêmê û hin partî li hemberî me derketin, ji ber dizanin ku projeya Netewa Demokratîk projeya herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye, li ser vê yekê pêwîste hemû pêkhateyên herêmê li derdora Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kom bibin ji ber ku îradeya wan temsîl dike."

Herkîna gel a ber bi konê sersaxiyê ve berdewam e.

ANHA