”Dest bi dest..navçeyeke paqij..civakeke tenduristî”

Bi dirûşmeya”Dest bi dest..navçeyeke paqij..civakeke tenduristî”Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê hemleya paqijkirina çemê ku di hundir navçeyê de diçe, destpê kir.

”Dest bi dest..navçeyeke paqij..civakeke tenduristî”
”Dest bi dest..navçeyeke paqij..civakeke tenduristî”
”Dest bi dest..navçeyeke paqij..civakeke tenduristî”
”Dest bi dest..navçeyeke paqij..civakeke tenduristî”
7 cotmeh, 2018   12:23

QAMIŞLO

Hemû saziyên sivîl û xizmetguzarî yên navçeyê tevlî hemleyê bûn.

Di hemleyê de, çem bi giştî ji çopê hate paqijkirin. Ji rêveberên Kongreya Star Leyla Îskan axivî û da zanîn ku armanca ji vê hemleyê ew e ku çanda paqijiyê di nava civakê de belav bikin û bang li hemû welatiyan kir ku paqijiyê navçeyê biparêzin.

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Suad El-Hisên axivî û bang li xwediyên dîkanan kir ku çopên xwe çenekin nêzî çem.

(kc)

ANHA