Îslama demokratîk mijara civîna li Tebqayê ye

Bi dirûşma "Bi perspektîva îslama demokratîk ber avakirina civaka exlaq û polîtîk ve" Komîteya Civak û Baweriya a Bakurê Sûriyeyê civîneke berfirhe li bajarê Tebqayê hate lidarxistin.

Îslama demokratîk mijara civîna li Tebqayê ye
Îslama demokratîk mijara civîna li Tebqayê ye
Îslama demokratîk mijara civîna li Tebqayê ye
Îslama demokratîk mijara civîna li Tebqayê ye
Îslama demokratîk mijara civîna li Tebqayê ye
Îslama demokratîk mijara civîna li Tebqayê ye
Îslama demokratîk mijara civîna li Tebqayê ye
6 cotmeh, 2018   17:37

TEBQA

Di çarçoveya amadekariyên lidarxistina Kongreya Îslama Demokratîk a Cîhanî de Komîteya  Civakî û Baweriyan a Bakurê Sûriyeyê civîneke berfirhe li bajarê Tebqayê li dar xist.

Civîn li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê bi amadebûna Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan û Sekretêra partiyê Hevrîn Xelef, endamên Desteya Oldarên Musliman, nûnerên saziyên olî yên Bakurê Sûriyeyê û hejmarek şêx û rûspiyên Tebqayê hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Şêx Hamid El-Ebdulrehman El-Ferec bi xêrhatina beşdaran kirin û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalaln ku ji bo Kongreya Îslamî ya Demokratîk a 2016‘an li Amedê şandibş xwend.

Ji aliyê xwe de Rêveberê Komîteya Karûbarên Olî ya bajarê Reqayê Ehmed Arûnî şerê taybet ku ji aliyê pergalên modernîteya kapitalizm ve tê meşandin rexe kir û diyar kir ku çareseriya herî guncaw a têgihştina wateya rast a demokratiya civakî ew e ku îslam ji destê desthilatdaran were derxistin û li îslama serdema hz Mihemed vegerin.

Di civînê de,  Endama Desteya Karûbarê Olî ya Reqayê Buşra El-Hoşê bal kişand li ser rola jin di Îslamê de  û diyar kir ku îslam banga wekheviya di navbera herdu zayendan de û mafê jinan dike.

Serokê Desteya Olî ya Dêrazorê Necim El-Huseyînî jî axivî û anî ziman ku exlaq yek ji stûna rêveberiyê ye, rêveberî jî bingeha pêşketina civakê ye, aloziya ku li hemberî îslamê rast tê sedma xwe tunebûna exlaq û perwerdeyê ye.

Serokê Desteya Olî ya Minbicê jî Elî El-Cemîlî jî di civînê de axivî û li giraniya axaftina xwe da sedemên tundrêyetiya olî û encamên wê û got ev mijar girêdayî wijdanê mirovan.

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan jî mijara îslama nûjen girt dest û tekez kir ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê ne girêdayî tu olî û rola oldaran di pêşxistina civakê de destnîşan kir.

Civîn bi nîqaşan li ser dozên îslama demokratîk bi dawî bû.

ANHA