Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê şevbuhêrkeke li dar xist

Bi armanca ku wêje û hezkirina çîrokan li gel welatiyan ava bikin şevbûhêrkek li navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido hate lidarxistin.

Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê şevbuhêrkeke li dar xist
6 cotmeh, 2018   16:14

Kobanê

Yekitiya Rewşenbîrên kantona Kobanê şevbuhêrkeke çîrokan li navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido li dar xist.

Bi dehan endamên saziyan, welatiyên Kobanê û hejmarke çîrovkan tev li şevbuhêrka çîrokan bûn.

Şevbûhêrkê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Narîman Evdik ku Endama Komîteya Wêje ya Serêkaniyê ya Kantona Hesekê çîrokek li ser şervanekî û çîrokeke li ser jineke berxwedêr vegot.

Her wiha mamosteyê Wêjeya Kurdî Mezlûm Cimo jî çîrokeke li ser şer û yek jî li ser rewşa civakê xwend.

MamostAras Hiso jî çîroka bi navê"Efrîn ji dayik bûye" xwend.

(sn/şm)

ANHA