Êzidiyên Efrînê îsal Cejna "Cema" li Şehbayê pîroz dikin

Êzidiyên Efrînê yên li Şehbayê ku ji ber girtina rêya Şengalê ji aliyê rêjîmê ve nedikarîn Laleş ziyaret bikin, neçar man ku li kampa Serdemê rêûrisêm Hecê bikin.

6 cotmeh, 2018   16:01

ŞEHBA

Her sal ji 6‘ê Cotmehê ve, civaka Êzidî li Mezara Laleş a Şengalê hecê dikin, heca piştî 6 rojan bi pîrozbahiya Cejan "Cema" bi dawî dibe.

Êzidiyên Efrînê yên li Şehbayê ku ji ber girtina rêya Şengalê ji aliyê rêjîmê ve nedikarîn Laleş ziyaret bikin, neçar man ku li kampa Serdemê rêûrisêm Hecê bikin.

Derbarê vê yekê Yekitiya Ezidiyan, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava û Mala Êzidiyan daxuyaniyek li kampa Serdemê dane, daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Jinên Êzidî Gulê Cafer ve hate xwendin.

Yekitiya Êzidiyan, Yekitiya Jinên Êzidî û Mala Êzidiyan di daxuyaniyê de ji bo Nadîa Murad ku Hêjayî Xelata Nobel a Aştiyê ya Cîhanê ya 2018’an gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê di kesayeta kurdê Êzidî de hewl didin serkeftinên ku hatin bidestxistin têk bibin, lewra li Efrînê demografiya gundên Êzidî diguherin û çand û fikrê xwe ferz dikin, her wiha dibistanên Îslamî û mizgeftan vedikin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê li gorî qanûnan biderizînin.

Piştî xwendina daxuyaniyê, êzidiyan rêûresêmên olî dane despêkirin.

ANHA