Bogdanov dubare 'demkîbûna' hevpeymana Idlibê piştrast dike

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov dubare piştrast kir ku hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ya girêdayî Idlibê "hevpeymaneke demkî" ye û armanca wê tunekirina terorîstan e.

Bogdanov dubare 'demkîbûna' hevpeymana Idlibê piştrast dike
6 cotmeh, 2018   09:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov îro di çarçoveya dîdargeha navneteweyî ya "Diyaloga Şaristaniyan" a ajansa Spûtnîk de da xuyakirin ku armanca sereke ya hevpeymana Idlibê "avakirina devereke kêmşer di Idlibê de” ye.

Bogdanov destnîşan kir ku leşkerên wan ên li Sûriyeyê xebatên xwe berdewam dikin û hevkariyê bi Tirkiyeyê re dikin û li gorî hevpeymana Soçiyê tev digerin û wiha got: "Xebat berdewam in. Em hêvî dikin ku hevpeyman li gorî belgeya Soçiyê bi temamî pêk were."

Bogdanov dubare piştrast kir ku hevpeyamana der barê Idlibê de demkî ye û armanca wê bi tenê tunekirina terorîstan di Sûriyeyê de ye û bi taybet li parêzgeha Idlibê.

Bogdanov da zanîn ku terorîstên ku çekên xwe daneynin û êrîşên xwe didomînin, dê yan bêne girtin an jî kuştin.