Jinên Efrînê: Bi girtina Ocalan xwestin fikra jinên azad têk bibin

Kogreya Star li navçeya Arfad a kantona Şehbayê bêdengiya navneteweyî li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku hêzên komploger xwestin bi rêya girtina Ocalan fikra jinên azad têk bibin.

Jinên Efrînê: Bi girtina Ocalan xwestin fikra jinên azad têk bibin
6 cotmeh, 2018   10:01

ŞEHBA

Di çarçoveya rêzeçalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, Kongreya Star li navçeya Til Rifeat a kantona Şehbayê daxuyaniyek da û tê de banga azadkirina Ocalan kir.

Bi dehan jin li pêşiya Navenda Weqfa Jinan a bajarokê Arfad kom bûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star bilind kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Leyla Hesen ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin:

"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate girtin û ev 20 sal e di girtîgehê de ye û civaka navneteweyî jî li hemberî vê komployê hê jî bê deng e. Komplo ne tenê li dijî rêber Ocalan bû, lê belê di kesayeta Ocalan de hemû gelên Rojhilata Navîn û bi taybet jinan armanc dike.

Hêzên komploger xwestin bi girtina rêber Ocalan fikra azad a jinan tune bikin û li ser vê bingehê êrîşî kantona Efrînê kirin ku li vir fikra azadiya jinan li ser erdê pêk dihat û niha dagirker li Efrînê kirinên herî qirêjî der heqê jinên Efrînê de pêk bînin.

Em wek jin soz didin rêberê xwe ku em tu carî dest ji wî bernadin û heta were azadkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Çalakî bi dirûşmên banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA