Navenda El-Kebeş rojane 400 ton pembo werdigire

Navenda El-Kebeş ku li bakurê Reqayê dikeve, bi nirxekî guncaw dest bi wergirtina berhema pembo kir.

2 cotmeh, 2018   09:45

HEMÎD El-ELÎ / REQA

Wergirtina berhema pembo di 25'ê Îlonê de dest pê kiribû, heta niha navendê derdora 2 hezar ton ji pembo wergirtiye. Navend rojane 400 ton pembo pêşwazî dike.

Navendê diyar kir ku buhayê kîloyê pembo bi 290 lîreyên Sûriyeyê ye û li gorî cureya pembo û paqijiya wê heta 255 lîreyên Sûriyeyê ye û wê kêmî 25 rojan pereyan li cotkaran belav bikin.

Navenda El-Kebeş yekemîn navend e ku pembo werdigire, ji ber ku navendên din hîna nehatine amade kirin, lê kar tê kirin ku navend bên amade kirin. Navenda Kebeş madeya pembo ji herêmên Dêrazor û Tebqayê jî werdigire.

Bi vekirina navendê re derfeta kar li pêşiya 200 karkeran vebû.

Berpirsê navenda El-Kebeş Fethî Hesen têkildarî mijarê wiha axivî: "Tevî berfirehiya xaka ku pembo lê hatiye çandin û kurm ketibû nava pembo û ji bo ku careke din ev şaşî neyê dubarekirin, ji bo sala bê me planeke çandiniyê ya nû daniye, ew jî tîmeke parastinê ji endezyaran pêk tê û kesên ku ji pembo fêm dikin dê li 5 xetên gundan li bajarê Reqayê û gundên wê bidin aktîfkirin, armanca wê hişyarkirina cotkaran ji bo çandiniya sala bê baştir be."

(jo)

ANHA