Xwarinpêj û mamosteyekî DAIŞ'ê behsa danûstandinên QSD'ê bi wan re kir

2 kesên ku ji ber girêdana bi çeteyên DAIŞ'ê ve hatine tawanbarkirin û di van demên dawîn de ji aliyê QSD’ê ve serbest hatine berdan, diyar kir ku ew li hemberî danûstandina QSD'ê bi girtiyan re matmayî mane.

Xwarinpêj û mamosteyekî DAIŞ'ê behsa danûstandinên QSD'ê bi wan re kir
2 cotmeh, 2018   09:29

DILSOZ DILDAR - HOGIR NECAR / HESEKÊ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 17 kesên ku bi tawanbariya hevkariya DAIŞ'ê hatibûn girtin duh piştî ku piştrast bû ku destê wan di rijandina xwîna welatiyên Sûriyeyê de tune ye, serbest berdan. Serbestberdan bi merasîmekê û bi amadebûna rûspiyên Meclisa Rûspiyan a kantona Hesekê û nûnerên Meclisa Kantona Hesekê û malbatên girtiyan û fermandarên QSD'ê pêk hat.

Nûçegihanên me bi 2 endamên serbest hatine berdan re axivîn, yek ji wan xwarinpêjekî DAIŞ'ê û yê din jî mamosteyekî saziyên çeteyên DAIŞ'ê bûn.

Ji "Artêşa Azad" û xwarinpêjekî DAIŞ'ê

Kesê bi navê Usame Nasir El-Hemwî hemwelatiyekî bajarê Humisê ye û di Nîsana 2015'an de beşdarî nava çeteyên DAIŞ'ê bûye. El-Hemwî dibêje ku ew beriya wê endamekî koma bi navê Artêşa Azad li parêzgeha Hemayê bû, lê piştî ku DAIŞ'ê serweriya xwe li ser koma wan ferz kir, gelek endamên koma wan ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin û ew jî neçar ma ku beşdarî nava çeteyên DAIŞ'ê bibe, nemaze ji ber ku tu aliyan alîkariya wan nedikir.

El-Hemwî di axaftina xwe de got ku piştî ku ew beşdarî nava çeteyên DAIŞ'ê bû, ber bi navenda petrolê ya El-Şahir a gundewarên rojhilatê Humisê ve hate şandin û piştre ew wek xwarinpêjekî ji bo amadekirina xwarinê ji endamên DAIŞ'ê re yên li bajarokê El-Sixnê hate erkdarkirin. El-Hemwî di şerê duyemîn ê herêma Palmîra de birîndar dibe û piştre ji bo dermankirinê ji bajarê Reqayê re tê şandin.

El-Hemwî da zanîn ku dema ku di mitbaxên çeteyan de dixebitî, hemû madeyên zimhêrê ji herêmên rêjîma Sûriyeyê dihatin û wiha got: "Sedema ku ew dereng di nava çeteyên DAIŞ'ê de maye ew e ku rêyên derketina ji nava wan gelekî dijwar bûn û kesên ji nav wan direviyan û dihatin girtin, tavilê dihatin kuştin."

El-Hemwî û birayê wî di van demên dawîn de di çarçoveya Şerê Tunekirina Terorê de ku QSD'ê di 11'ê Îlona borî de da destpêkirin, hatin girtin.

Der barê hejmara çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmên rojhilatê çemê Firatê mane de, ku wî xwarin ji wan re amade dikir, El-Hemwî diyar kir ku gelek mitbaxên çeteyên DAIŞ'ê hene û rojane xwarin ji hejmareke cuda re dihat xwestin da ku hejmara çeteyan neyê zanîn, lê tişta piştrast ew e ku hejmara wan bêtirî hezar çeteyan e.

Têkildarî danûstandina QSD'ê bi wan re El-Hemwî wiha got: "Tevî ku min danûstandin bi terorîstên DAIŞ'ê re dikir, em li hemberî danûstandina QSD'ê bi dîlgirtiyan re matmayî man. Tişta ku DAIŞ'ê ji me re digot berovajî derket. DAIŞ'ê ji me re digot ku QSD hêzeke gawir e û tu rehmet û mirovahî di dilê wan de tune ye û hemû kesên dikevin destên wan bi hovîtî îşkenceyê lê dikin û dikujin. Li ser vê bingehê me nediwêrî em xwe radestî QSD'ê bikin."

El-Hemwî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hevalên xwe yên di nava DAIŞ'ê de kir ku tavilê xwe radestî QSD'ê bikin û rewşa xwe sererast bikin.

Çavdêrê 5 dibistanên DAIŞ'ê bû

Kesê bi navê Fewzî Şibo El-Mihemed ji welatiyên navçeya El-Şedadê ye û bi temenê xwe 47 salî ye. El-Mihemed di Hezîrana 2015'an de beşdarî nava çeteyên DAIŞ'ê dibe û behsa sedema beşdarbûna xwe kir û wiha got: "Ez mamoste me, mûçeya min ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve hate birîn, karekî ku ez debara xwe jê wergirim tune ye, malbata min ji 16 kesan pêk tê û ji bilî ku ez di nava DAIŞ'ê de mamostetiyê bikim tu rê li pêşiya min neman, nemaze di wê demê de DAIŞ li herêmên me serwer bû."

El-Mihemed axaftina xwe wiha domand: "Peywira min çavdêriya 5 dibistanên DAIŞ'ê di Dîwana Perwerdekirinê ya gundewarên bajarokê El-Mergede ya girêdayî navçeya Şedadê ya kantona Hesekê de bû. Materyalên rêjîmê piştî ku gelek made jê dihatin derxistin û hin madeyên olî lê dihatin zêdekirin, dihatin bikaranîn."

Piştî ku QSD'ê hemleya rizgarkirina bajarokê Şedadê di Sibata 2016'an de da destpêkirin, El-Mihemed cihê xwe di nava têkiliyên giştî yên DAIŞ'ê de girt û peywira wî bi civînên lihevhatinê di navbera eşîran de pêk bîne û piştre cihê xwe di buroya agahiyan a bajarokê El-Dişêşa de girt. El-Mihemed da zanîn ku wî ji bo xwe 50 dolar û ji bo hevsera xwe 50 dolar û ji bo her zarokekî xwe 25 dolar mûçe werdigirt.

Têkildarî danûstandina çeteyên DAIŞ'ê bi welatiyên sivîl re El-Mihemed wiha got: "Di destpêkê de me DAIŞ nas nedikir, lê piştî ku me rastiya wê nas kir, hovîtiya wê û danûstandina wê ya dermirovî bi welatiyên sivîl re ji her kesî re aşkera bû. Her wiha di encama hovîtiya DAIŞ'ê de gelek welatî ji ola îslamî dûr ketin."

El-Mihemed destnîşan kir ku ew sal û nîvekê di nava DAIŞ'ê de maye û piştrast kir ku danûstandina QSD'ê bi wan re di hemû aliyan de gelekî baş bû û wiha domand: "Me gotineke kirêt ji şervanên QSD'ê nebihîst. Em li hemberî vê danûstandinê matmayî man, tevî ku DAIŞ'ê dema ku kesek ji wan digirt bi hovîtî îşkence lê dikir û di dawiyê de dikuşt."

Fewzî Şibo El-Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû çeteyên DAIŞ'ê kir ku xwe radestî QSD'ê bikin û jiyana xwe ya normal vegerînin.

ANHA