‘Tevî hemû astengiyan jî felsefeya Ocalan dê çavkaniya îradeya me be‘

Endamên Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê tekez kir ku tevî hemû astangiyan jî fikr û felsefeya Ocalan dê çavkaniya îrade û azadiya wan be, heta ku azad bibe.

‘Tevî hemû astengiyan jî felsefeya Ocalan dê çavkaniya îradeya me be‘
2 cotmeh, 2018   10:22

ŞEHBA

Jinên navçeya Kefer Naya ya kantona Şehbayê der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da. Bi dehan jinên navçeyê li pêşiya Navenda Jinan a Perwerde û Zanistê kom bûn. Jinan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Yekitiya Jinên Azad rakirin.

Daxuyanî ji aliyê cîgira hevseroka Meclisa Navçeya Kefer Naya Reca El-Hemîdî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999`an ve di encama komployên navdewletî de di girtîgeha Îmraliyê de ye, dadgeha Tirkiyeyê biryarên zalimane li ser wî û hemû mirovahiyê ferz dike, Ocalan ji bo hemû gelên bindest ji zilm û zorê rizgar bike tê dikoşe û banga biratiya hemû gelan dike.

Her wiha hate destnîşankirin ku dadgeha Tirkiyeyê di demên dawîn de biryara tecrîdkirinê ku der heqê Ocalan de derxist ku nabe pirtûkan bixwîne ,her wiha nabe ku parêzerên wî û hemû siyasetmedarên mîna wî derbasî gel wan bibin, dewleta Tirk a faşîst hewl dide têkiliyên di navbera wî û gelê wî de qels bike.

Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku dewleta Tirk nizane ku ew di vî alî de şaş e, ji ber ku girêdanên wan bi rêberê wan re ne di aliyê fizîkî de ye lê belê di aliyê fikrî de ye û tu carî nikarin têkiliyên xurt di navbera wan de qels bikin. Tirkiye û hemû dewletên ku destê wan di komployê de heye, dixwazin projeya neteweya demokratîk têk bibin û her kes jî dizane ku ew nikarin vê yekê bikin, ji ber ku projeya neteweya demokratîk çareseriya tekane ji bo rewşa heyî ya herêmê ye.

Jinan tekez kir ku ew wek jinên kantona Şehbayê biryara der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şermezar dikin û îradeya xwe ji fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirin. Jinan diyar kir ku tevî hemû astangiyên ku ji aliyê dagirkeran ve li pêşiya wan tên danîn lê tenê Ocalan bi awayekî fizîkî girtî ye, lê belê fikrên wî azad in û wê Ocalan heta dawiyê wek çavkaniya îradeya wan bimîne.

Xwendina daxuyaniyê bi dirûşmên banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(bx)

ANHA