Li gundê Yesrêb pirsgirêka avê bê çareserî maye

Şêniyên gundê Yesrêb ê Til Hemîsê ji ber kêmasiya ava vexwarinê gelek zehmetiyan dikişînin. Her wiha şêniyan destnîşan kir ku bêyî alîkariya aliyên têkildar nikarin pirsgirêkê çareser bikin.

Li gundê Yesrêb pirsgirêka avê bê çareserî maye
Li gundê Yesrêb pirsgirêka avê bê çareserî maye
Li gundê Yesrêb pirsgirêka avê bê çareserî maye
Li gundê Yesrêb pirsgirêka avê bê çareserî maye
Li gundê Yesrêb pirsgirêka avê bê çareserî maye
Li gundê Yesrêb pirsgirêka avê bê çareserî maye
2 cotmeh, 2018   06:23

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Ji ber gelek sedeman deverên gundewarên Til Hemîsê, rastî pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê tên. Bi piranî sedemên xwezayî ne û hinek jî ji ber mudaxeleya mirovan in.

Ji girîngtirîn sedemên kêmbûna ava vexwarinê li Til Hemîsê, kêmbûna ava bîran û şorbûna wan e. Ava van bîran ji ber qirêjbûna ava çemê El-Ihêmer bi petrolê, şor bûye. Her wiha ji ber serfkirina zêde ya avê li deverên ku pê dewlemend e û tunebûna jêderên avê yên nêzîk li hin deveran wekî bajarokê Cezaa, ev pirsgirêk dertê holê.

Zêdetirî hezar û 500 kes li gundên Xirnata Rojhilat, Xirnata Rojava, Waêl û Teqlêb dijîn. Ji ber xirabûna toreyên ava vexwarinê yên ku ji stasyona Yesrêb hatine dirêjkirin, şênî neçar dimînin avê ji sehrîcan bi buhayê hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê ji her 5 bermîlan re bikirin.

Çareseriyên guncaw

Şêniyên wan deveran diyar kir ku çareseriya vê pirsgirêkê, bi aktîfkirina stasyonên avê, sererastkirina toreyên ava vexwarinê, kolandina bîran û ciyawazkirina wan ji bîrên şor û peydakirina sehrîcan bi buhayên guncaw ji şêniyan re, pêkan e.

Şênî ji ber kêmbûna ava vexwarinê bi gilî û gazinc in

Têkildarî mijarê welatiya bi navê Fatme Mihemed a ji gundê Yesrêb El-Qudame diyar kir ku ew ji bo bicihanîna pêwîstiyên rojane, peydakirina avê ji sewalan re û sererastkirina malên axî beriya zivistanê bi hewcedariya avê ne.

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Kerama El-Xidir a ji heman gundi destnîşan kir ku ji ber xirabûna xeta stasyona avê, ew neçar dimînin avê bi rêya dewl û galonan ji satasyonê bibin malên xwe.

Welatiyê bi navê Ehmed El-Deham ji gundê Yesrêb tekez kir ku li gundê wan stasyonek avê heye û ev tişt anî ziman: "Ev stasyon avê digihîne gundên Teqlêb, Waêl, Xirnata Rojhilat û Xirnata Rojava û her wiha tê de beşeke taybet ji bo avê bigihîne gundê Yesrêb heye, lê ji ber xirabûna xetasê ev stasyon ji salekê ve derveyî xebitînê ye."

Her wiha Ehmed El-Deham destnîşan kir ku av li gundê Yesrêb gelekî kêm bûye, ruxmî ku stasyonek li gund heye. Her wiha diyar kir ku ev pirsgirêk bêyî alîkariya aliyên têkildar çareser nabe.

Gerînendetiya Avê hê jî bersiv nedaye daxwaze Komîteya Avê

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Avê yê navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Ibêd wiha got: "Xetasa stasyona Yesrêb xirabe ye û nayê sererastkirin, divê bi hevkariya şêniyan bi xetaseke nû were guhertin. Lê ji bo şikandina toreya avê ku avê digihîne gundên Teqlêb 1, Teqlêb 2, Xirnata Rojhilat û Xirnata Rojava em ê di demeke nêz de vê pirsgirêkê sererast bikin."

Her wiha El-Ibêd destnîşan kir ku wan gelek daxwaznameyên guhertina xetasa stasyonê ji Gerînendetiya Avê ya Kantona Qamişloyê re bi rê kirine lê heta niha tu bersiv ji wan nehatiye.

 (şx)

ANHA