YPG`ê leşkerekî artêşa Tirk suîqast kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku di encama çalakiya şervanên YPG`ê li Efrînê, leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin.

YPG`ê leşkerekî artêşa Tirk suîqast kir
2 cotmeh, 2018   06:22

NAVENDA NÛÇEYAN

YPG`ê diyar kir ku di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên wan çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

YPG`ê anî ziman ku di dîroka 30’ê Îlonê de yekîneyek wan  li navçeya Racoyê çalakiyeke suîqastê li dijî leşkerekî Tirk pêk anîn, di encama çalakiyê de leşker hat kuştin.

(kc)