Têkoşîna li hemberî diyardeya zewaca di temenê biçûk û pirjinî de didome

Kongreya Star bi keda xwe rê li pêşiya pirsgirêka zewaca di temenê biçûk û pirjiniyê digire, her ku diçe bi zagonên xwe yên civakî rê li pêşiya sîstema baviksalar digire û şaştiya zewaca di temenê biçûk de û pirjiniyê bi civakê dide aşkerakirin.

Têkoşîna li hemberî diyardeya zewaca di temenê biçûk û pirjinî de didome
2 cotmeh, 2018   06:38

HÊVÎDAR HERANÎ - HÊZA HESEN / KOBANÊ

Sîstema baviksalar û desthilatdarî bandoreke neyînî li civakê dikin û hişt ku jin bibin kole. Her wiha civakê jin ji xwe re dikirin alaveke ji bo anîna zarokan, xizmeta zilaman û  tenê ji karê malê re dixebitin û her tim desthilatdarî li ser tê meşandin.

Di encama paşverûtiya civakî de ku dibêje divê jin di temenê biçûk de bêne zewicandin û ji mafê mêran e ku 4 jinan ji xwe re bînin û wek amûrên anîna zarokan ji sîstema baviksalar re bi kar bînin. Di encama vê yekê de civakeke nexweş tê avakirin, nemaze di vê civaka nexweş de tu mafên jinan jî tune ne.

Kongreya Star hewl dide bi rêya zagonên xwe civakê perwerde bike û bi rêya perwerde û tevgera xwe di nava civakê de zêde bibe da ku  wan pirsgirêkan çareser bike.

Şoreşa Rojava azadiya jinan bi xwe re anî

Piştî şoreşa Rojava gelek guhertin di jiyana jinan de pêk hatin. Êdî jin xwedî li mafên xwe derketin û hebûna xwe ji cîhanê re da naskirin, di heman demê de di her cihekî de xwe îspat kir, çi ji saziyan, qadên şer û xwe bi xwe xwe bi rê ve dibin. Lê tevî wê heta niha hejmareke jinan di bin zordarî û zehmetiya civakê de ne û heta niha jî civak der heqê jinan de zîhniyeta desthilatdar dimeşîn. Zewicandina jinan di temenê biçûk de û pirjinî berdewam dike. Der barê vê mijarê de ajansa me ANHA'yê nêrîna rêveberiya Kongreya Starê û bijîşkeke jinann wergirt.

Bandora zewicandina di temenê biçûk de li ser jinan

Bijîşka jin Peyman Aydil da zanîn ku bandora zewaca di temenê biçûk de gelekî li ser kesayeta jinan heye,  ji ber ku jineke temenbiçûk nikare bi xwedîkirina zarokan rabe, her wiha ji aliyê tenduristiyê ve jî Peyman got di civakê de gelek jin nikarin bibin xwedî zarok.

Peyman bal kişand ser psîkolojiya jinan û diyar kir ku dema jin nû di nava malbatê de mezin dibin, malbat ji wan re dibêjin jin ne xwedî îrade ne û zeîf in, ji ber wê jî jin bi xwe bawer nabin û kesateya xwe biçûk dibînin û wiha pê de çû:” Malbat jinan bi vî awayî dizewicînin û jin dikevin bin bandora zilaman û zilam desthilatdariya xwe li ser dimeşînin.”

Hewl didin civakeke exlaqî ava bikin

Yek ji rêveberên Kongeraya Star Sara Xelîl ya kantona Kobanê di destpêka axaftina xwe de got piştî ew zagonên ku hatin danîn û bi rêya perwerdeyê wan hişt ku zewaca di temenê biçûk de û pirjinî kêm bibe. Her wiha Sara bang li zilaman û civakê bi giştî kir ku dev ji feraseta pirjinî berdin û ew dixwazin bi hev re civakeke exlaqî ava bikin.

ANHA