Yekitiya Jinên Ciwan karê xwe berfireh dike

Yekitiya Jinên Ciwan û Komîteya Ciwan û Sporê ya Tebqayê bi merasîmekê buroyeke xwe li kampa Tiwêhîniyê ya Tebqayê vekir.

Yekitiya Jinên Ciwan karê xwe berfireh dike
Yekitiya Jinên Ciwan karê xwe berfireh dike
Yekitiya Jinên Ciwan karê xwe berfireh dike
Yekitiya Jinên Ciwan karê xwe berfireh dike
1 cotmeh, 2018   11:14

TEBQA

Di merasîma vekirinê de, hevserokê Komîteya Ciwan û Sporê ya herêma Tebqayê Minwer El-Edad û bi dehan endamên Buroya Jinên Ciwan, Meclisa Jinên Tebqayê û koçberên kampê amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê rêveberiya Komîteya Ciwan û Sporê li Tebqayê Minewer El-Edad axivî û got ku di dema rizgarkirina herêmê de ciwanan rola xwe lîst. El-Edad wiha got: "Bêguman mafên ciwanan di demên kevn de hatibûn binpêkirin û ji bo destkeftiyên siyasî û leşkerî dihatin bikaranîn, lê niha her kesî dît ku ciwan ber bi rêya şiyarbûnê ne û mafên xwe bi dest xistine, ev yek jî diyar dike ku şiyarbûnek di aliyê siyasî û bîrdozî de li bakurê Sûriyeyê pêk hatiye."

Paşê endama rêveberiya Mala Jinan a kampê Şerîhan El-Hesen û endama rêveberiya kampa Tiwêhîniyê Ebdullah bixêr hatina beşdaran kir û diyar kir ku divê karê ciwanan di kampê de were aktîfkirin.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, deriyê buroyê ji aliyê rêveberiya Komîteya Jinên Ciwan ve hate vekirin. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

ANHA