'Projeya neteweya demokratîk gelên herêmê kirin yek'

Şêniyên Qamişlo di merasîma sersaxiya şehîd Zagros de diyar kir ku destkeftiyên hêzên leşkerî li herêmên Bakurê Sûriyeyê, bi saya projeya neteweya demokratîk pêk hatin û da zanîn ku ev proje bi yekbûna pêkhateyên herêmê li hemberî hemû êrîşan, mezin bû.

'Projeya neteweya demokratîk gelên herêmê kirin yek'
'Projeya neteweya demokratîk gelên herêmê kirin yek'
'Projeya neteweya demokratîk gelên herêmê kirin yek'
'Projeya neteweya demokratîk gelên herêmê kirin yek'
'Projeya neteweya demokratîk gelên herêmê kirin yek'
1 cotmeh, 2018   11:26

QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Sahêr El-Mûsa (Zagros) re xwest ku di hemleya Bagera Cizîrê de li Dêrazorê şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Zagros li taxa Aşûriyê li bajarê Qamişlo hate vedan û kon bi wêneyên şehîd û alên YPG û YPJ'ê hate xemilandin.

Di merasîma sersaxiyê de bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser û şervanên YPG, YPJ û QSD'ê amade bûn.

Di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Kêfo Osman axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û da zanîn ku bi saya projeya neteweya demokratîk gelek destkeftî pêk hatin û da zanîn ku ev proje bi yekbûna pêkhateyên herêmê li hemberî hemû êrîşan mezin bû.

Li ser navê YPG’ê şervan Elî Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest û wiha got: "Em wek YPG soza şopandina rêya şehîdan nû dikin û em ê heta dawiyê li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bin."

Şandeyên herêmê berê xwe didin konê sersaxî yê şehîd Zagros heta ber êvarê vekirî be.

(jo)

ANHA