Herêma Efrîn sazûmaniya rêveberiya xweser ji nû ve saz dike 

Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê bi civîneke berfireh hevserokên deste û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herêmê hilbijartin. Her wiha tê payîn ku di saetên li pêşiya me dê navên wan were aşkerekirin.

Herêma Efrîn sazûmaniya rêveberiya xweser ji nû ve saz dike 
Herêma Efrîn sazûmaniya rêveberiya xweser ji nû ve saz dike 
Herêma Efrîn sazûmaniya rêveberiya xweser ji nû ve saz dike 
Herêma Efrîn sazûmaniya rêveberiya xweser ji nû ve saz dike 
Herêma Efrîn sazûmaniya rêveberiya xweser ji nû ve saz dike 
Herêma Efrîn sazûmaniya rêveberiya xweser ji nû ve saz dike 
Herêma Efrîn sazûmaniya rêveberiya xweser ji nû ve saz dike 
Herêma Efrîn sazûmaniya rêveberiya xweser ji nû ve saz dike 
30 îlon, 2018   15:24

ŞEHBA

Civîn li Kampa Serdem a Kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Zêdetirî hezar û 200 kes, di nav de rûspiyên êlên Ereb û Kurd ên Efrîn û Şehbayê, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Kantona Şehbayê beşdarî civînê bûn.Piştî deqeyek rêzgirtin, hevsroka Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif axivî û diyar kir ku biryara jinûvesazkirina sazumaniya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê, ji bingeha nîqaş û pêşniyarên konferansên Rizgarkirina Efrîn û Rêveberiya Kantona Şehbayê hat.

Hediya Yûsif wiha domand: `Di nav şert û mercên awart de yên Kantona Şehbayê û dagirkirina Efrînê û ji bo parastina ewlehiya herêmê, pêwîstî bi lidarxistina civînek berfireh û hilbijartinan hebû, da ku hibijartin demokratîk û wekhevî be divê hemû nûnerên hemû pêkhateyên herêmê tev li hilbijartinan bibin.`

Hediya destnîşan kir ku di hilbijartinan de dê hevserokên meclisên rêveber û zagonsaz ên herêmê li gorî hindek şert û mercan bên hilbijartin; divê bi fikr û rêgezên netewa demokratîk bawer bin, xwedî kesayetên berpirsyar û divê amade bin du ku xizmeta gel li her derê û di nav hemû şert û mercan de bikin.

Piştre deriyê dayîna navên namzetiya desteyên rêveber ên Kantonên Efrîn û Şehbayê hate vekirin. 200 kes navên xwe dan. Piştî naskirina namzetan dengdan dest pê kir.

Di van kêliyan de endamên Komseriya Bilind a Hilbijartinan a her du kantonan Efrîn û Şehbayê dengan dihêjmêrin û dê di saetên pêşiya me de encamê hilbijartinan bê ragihandin.

Tê payîn ku ji bo rêvebirina desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên her du kantonên Efrîn û Şehbayê 24 kes bên hilbijartin.

(şx)

ANHA