Artêşa Tirk kefen li gundiyên Efrînê belav kirin

Artêşa Tirk a dagirker bi rêka çeteyên Eniya El-Şemiyê gef li welatiyên Efrînê xwar ku heke ji malên xwe dernekevin dê werin kuştin. Çavkaniyan da zanîn ku dagirkeran kefen li gundiyan belav kirine û ji welatiyan re wiha gotiye: “Xwe amade bikin, pir nema ku hûn bimirin.”

Artêşa Tirk kefen li gundiyên Efrînê belav kirin
Artêşa Tirk kefen li gundiyên Efrînê belav kirin
Artêşa Tirk kefen li gundiyên Efrînê belav kirin
30 îlon, 2018   11:34

MIHEMED EBDO / HELEB

Rêzekiryarên çeteyan der heqê welatiyên kantona Efrînê de dewam dikin. Vê carê jî bi hevokên ku wan bitirsînin, kefen û alavên şûştina miriyan dane welatiyan û gef lê xwarin ku ji malên xwe derkevin.

Çavkaniyan ji hundirê gundê Mîrkan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi dehan welatiyên gundê girêdayî navçeya Mabata ya kantona Efrînê revandine. 

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pereyan ji welatiyan distînin. Di heman demê de çavkaniyan da zanîn ku çeteyan êrîşî gund kiriye, welatî û kesên temenmezin revandine, di nava wan de kesê bi navê Mihemed Xelîl Hemdî (60) û Fatma Hac Qadir (53) jî hene.

Çavkaniyan diyar kir ku ji ber kiryarên çeteyan di hundirê gund de hişt ku gelek welatî jê birevin.

Li aliyekî din, li gorî çavkaniyên di hundirê gund de ku çeteyên di hundirê kantonê de kefenên spî û alavên şûştina miriyan li ser şêniyên gundê Coqê yê girêdayî bajarê Efrînê û hin gundên derdora wê belav kirine. Armaca wê ew e ku şêniyan bitirsînin û bidin koçberkirin ,li şûna wan gelê Xûta û Idlibê bi cih bikin.

Çavkaniyan da zanîn ku dema ku çeteyan kefen li ser şêniyan belav dikirin, wiha digot: "Xwe amade bikin, ji ber ku kêm ma hûn bimirin."

(jo)

ANHA