Çavdêriya Mafên Mirovan: Rûsyayê li Sûriyeyê nêzî 8 hezar sivîl qetil kirin

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku ji destwerdana Rûsyayê ya ji 30 Îlona 2015`an ve li Sûriyeyê, hêzên Rûsî 18 hezar û 100 kes qetil kirin, ji wan 7 hezar û 988 kes sivîl in. 

Çavdêriya Mafên Mirovan: Rûsyayê li Sûriyeyê nêzî 8 hezar sivîl qetil kirin
30 îlon, 2018   11:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê encama destwerdana Rûsyayê li rex rejîma Sûriyeyê di karûbarên Sûriyeyê de ji 30 Îlona 2015`an heta 30`ê Îlona 2018`an, aşkera kir.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan tekez kir ku di 36 mehan de, di encama bombebarana balafirên Rûsyayê li ser Sûriyeyê de, hezar û 936 zarok, hezar û 199 jinên temenê wan zêdetirî 18 saliyê û 4 hezar û 853 mêr û ciwan hatine qetilkirin.

Her wiha navendê diyar kir ku di encama bombebarana balafirên Rûsyayê de, 5 hezar û 233 çeteyên DAIŞ`ê û 4 hezar û 875 endamên komên çekdar û çeteyên ji komên ku piraniya wan girêdayî Tirkiyeyê ne, hatine kuştin.

Her wiha navendê da zanîn ku Rûsya di êrîşên xwe de madeya Thermit ku ji toza alumînyom û oksîda hesin pêk tê, bi kar tîne. Ev made dikeve çêkirina bombeyan û ji aliyê balafirên Rûsyayê ve di van hefteyên dawîn de di topbarana herêmên Sûriyeyê de hatiye bikaranîn. Ev bombeyên goşî yên dişewitînin ji cureya "RBK-500ZAB 2.5 SM" in û giraniya wan nêzî 500 kg e û ji balafirên leşkerî tên avêtin.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bi lêv kir ku Rûsya ku endama Meclisa Ewlekariyê ye, kujerê sivîlên Sûriyeyê ye, ev yek jî li pêşberî bêdengiya navneteweyî pêk tê.

(kc)