Akademiya Şehîd Mûsa El-Nezal yekemîn dewreya hêzên taybet bi dawî kir

Akademiya Şehîd Mûsa El-Nezal bi merasîmeke biheybet dewreya perwerdeyê ya yekemîn a bi navê Dewreya Şehîd Elî Reqa a şervanên QSD`ê ya hêzên taybet bi merasîmekê bi dawî kir.

Akademiya Şehîd Mûsa El-Nezal yekemîn dewreya hêzên taybet bi dawî kir
Akademiya Şehîd Mûsa El-Nezal yekemîn dewreya hêzên taybet bi dawî kir
Akademiya Şehîd Mûsa El-Nezal yekemîn dewreya hêzên taybet bi dawî kir
Akademiya Şehîd Mûsa El-Nezal yekemîn dewreya hêzên taybet bi dawî kir
30 îlon, 2018   12:31

TEBQA

Fermandarên QSD`ê û endamên saziyên sivîl ên bajarokê El-Cerniye û gundewarên wê tev li merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate lidarxistin. Paşê ji rêveberên Akademiya Şehîd Mûsa El-Nezal Şiyar Kobanê bidawîkirina dewreyê li hemû şervanan pîroz kir û destnîşan kir ku ew bi hêvî ne ku hemû şervanan sûd ji dewreyê girtibin û di aliyê pratîk de di jiyana xwe de bi kar bînin, ji ber ku parastina civakê erka wan e û pêwîst e vê erka xwe baş pêk bînin.

Dewreya perwerdeyê 45 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên bîrdozî, leşkerî û bikaranîna çekan hatin dîtin.

Di dawiyê de şervanan soz da ku dê parastina destkeftiyên herêmê bikin, heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û hemû xaka xwe ji zilm û zorê rizgar bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev dewreya perwerdeyê ya yekemîn e li akademiyê bi dawî dibe û ya duyemîn dê li ser asta herêma Tebqayê be.

(bx)

ANHA