Akademiya HPC'ê yekemîn dewreya xwe bi dawî kir

Akademiya Hêzên Parastina Civakî yekemîn dewreya perwerdeyê ji endamên xwe re li ser asta herêma Cizîrê bi dawî kir.

Akademiya HPC'ê yekemîn dewreya xwe bi dawî kir
Akademiya HPC'ê yekemîn dewreya xwe bi dawî kir
Akademiya HPC'ê yekemîn dewreya xwe bi dawî kir
Akademiya HPC'ê yekemîn dewreya xwe bi dawî kir
Akademiya HPC'ê yekemîn dewreya xwe bi dawî kir
30 îlon, 2018   09:36

HESEKÊ

Akademiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) dewreya perwerdeyê ji endamên xwe re ji hemû bajarên herêma Cizîrê bi dawî kir, ji dema vekirina akademiyê ve, ev dewreya yekemîn e ku tê de perwerde tê dayîn.

Dewreya ku bi navê şehîd Wehîd hate vekirin, 15 rojan dirêj kir, beşdarên dewreyê waneyên bîrdozî li ser neteweya demokratîk û azadiya jinan dîtin.

Di roja dawîn a dewreyê de, endamê Komîteya Perwerdeyê ya Hesekê Behrem Xalid axivî û got ku Hêzên Parastina Civakî roleke mezin di parastina ewlekariya bajêr de dilîzin.

Di hevpeyvîna bi ANHA'yê re de, endamê rêveberiya Hêzên Parastina Civakî Luqman Ekrem da zanîn ku ew hewl didin bi rêka van perwerdeyan bi felsefeya netewa demokratîk kesayeta wan bi wan bidin naskirin ku dikarin bêhtir civakê bi rêxistin bikin.

Di dawiya perwerdeyê de, endamên dewreyê dirûşmên azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Parastina Civakî (HPC) beriya 3 salan hate avakirin, yekemîn akademiya bîrdozî û leşkerî di 13'ê Îlonê de li ser asta Rojava li bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê vekir.

(jo)

ANHA