Cotkarên Til Hemîsê amadekariya çandiniyê dikin

Cotkarên navçeya Til Hemîsê amadekariyên çandina zeviyên xwe yên genim û ceh dikin.

Cotkarên Til Hemîsê amadekariya çandiniyê dikin
Cotkarên Til Hemîsê amadekariya çandiniyê dikin
Cotkarên Til Hemîsê amadekariya çandiniyê dikin
30 îlon, 2018   09:45

ŞEHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo ji hêla çandiniya genim û ceh ve herêmeke dewlemend e. Ji ber axa wê, her wiha ava bîran û ev yek jî li gorî derfetên cotkaran dimîne.

Cotkarên navçeyê bi hatina demsala zivistanê re û bi taybet piştî biryarnameya Desteya Çandiniyê û Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê ya sala çandiniyê ya 2018-2019`an ku tov bi buhayên kêm li cotkaran were belavkirin, dest bi amadekariyên çandiniyê kir.

Ji bo parastina genim û ceh tedbîrên pêwîst

Her sal bi destpêka meha Cotmehê re bi hezaran cotkar berê xwe didin herêma Cizîrê da ku dest bi amadekariyên çandiya genim û ceh bikin. Cotkarên herêma Cizîrê bi hêvî ne ku mewsimê wan ê îsal bi ser bikeve ji ber ku di salên berê de ji ber ku baran zêde nebariya û zeviyên wan bê berhem man.

Ji ber zuhabûna herêmê, nebarîna baranê û wekî tedbîrên yedek piraniya cotkaran zeviyên xwe bi rêya rezazan av didin, ji ber ku ditirsin ku baran nebare û bi vê yekê dikarin zeviyên xwe av bidin û pan biparêzin.

Cotkarên ku çandiniyê ji xwe re esas digirin, diyar dikin ku 5 meh ji çandina genim û ceh re pêwîst e. Her wiha li saziyên çandiniyê yên herêma Cizîrê ji bo peydakirina pêwîstiyên cotkaran ji tov û mazotê rewşeke awarte heye. Sazî li gorî derfetên xwe alîkariya cotkaran dikin.

Armanca çandina zeviyan di vê demê de ji bo ku erd ji tovê nebaş paqij bibe û da ku di meha Kanûnê de dest bi çandiniya zeviyên xwe bikin.

(bx)

ANHA