Şêniyên Efrînê xwe ji demsaleke din a berxwedanê re amade dikin

Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê û ya navçeya Şêrawa kar û xebatên xwe ji bo xizmeta şêniyan beriya hatina demsala zivistanê zêde kirin.

Şêniyên Efrînê xwe ji demsaleke din a berxwedanê re amade dikin
Şêniyên Efrînê xwe ji demsaleke din a berxwedanê re amade dikin
Şêniyên Efrînê xwe ji demsaleke din a berxwedanê re amade dikin
Şêniyên Efrînê xwe ji demsaleke din a berxwedanê re amade dikin
Şêniyên Efrînê xwe ji demsaleke din a berxwedanê re amade dikin
Şêniyên Efrînê xwe ji demsaleke din a berxwedanê re amade dikin
Şêniyên Efrînê xwe ji demsaleke din a berxwedanê re amade dikin
30 îlon, 2018   09:22

ARIF SILÊMAN – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Bi sed hezaran şêniyên Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji malên xwe berdin û xwe li kantona Şehba û gundewarên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi cih bikin. Şêniyên ku di demsala zivistanê de ji malên xwe derketin, rastî gelek zehmetiyan hatin ji ber ku lehiyê konên wan li ber xwe birin.

Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê û ya navçeya Şêrawa ji bo ev yek neyê dubarekirin, gelek kar û xebatan dike da ku xizmeta şêniyên ku li kantonê xwe bi cih kirine, bike û bi taybet ên di kampan de.

Şaredariyê madeyên pêwîst ji bo sererastkirina rêyên kantonê peyda kirin da ku dest bi sererastkirinê bike. Li gorî berpirsan dê rêyên Til Qerah-Ehres û Um Hoş-Ehres de werin sererastkirin.

Kamp ji bo pêşwazkirina zivistanê tên amadekirin

Li kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa 3 kamp hene (Serdem, Berxwedan û Şehba). Bi hezaran şênî di wan kampan de bi cih bûne. Şaredarî hewl dide pirsgirêkên demsala zivistana borî dubare nebe. Ji ber ku av derbasî konan bû û li ber xwe birin.

Di vê çarçoveyê de şaredariyê ji her malbatekê li kampên Serdem û Berxwedan ên kantona Şehbayê 50 bilok û torbeyek beton da ku erda kampê beton bikin ji bo ku av derbasî bin çadiran nebe.

Her wiha şaredariyê hemû konên riziyayî yên li kampa Şehbayê ya navçeya Şêrawa guhertin û li şûna wan çadirên nû ku li ber lehiyan narizin, pêşkêş kirin.

Ji aliyekî din ve şaredariyê di her sê kampan de kanalên kombûna avê çêkirin da ku av tê de kom bibe û zêdebûna wê kêm bibe. Her wiha şaredarî Kampa Serdem berfireh dike da ku 370 kon tê de werin vedan û heger şênî neçarî koçberiyê bibin, wan pêşwazî bike.

Şaredariyê av ji şêniyên kampê re bi rêya sarîcan peyda kir, piştî ku jenetor peyda kirin pirsgirêka kehrebeyê jî çareser kir û kehrebe li hemû gund, bajarok û kampên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa belav kir.

Girêdayî mijarê endamê Koordînasyona Giştî ya Şaredariyên Gel a Herêma Efrînê Mihemed Ehmed ji ajansa me ANHA`yê re destnîşan kir ku ew li gorî derfetên xwe xizmeta şêniyan dikin û diyar kir ku wan hemû tedbîrên pêwîst ji bo parastina şêniyan ji barana zivistanê, girtine.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Ehmed Daûd ê ku li Kampa Serdem dimîne, spasiya şaredariyê kir ji ber ku xizmeta wan dike û alîkariya wan dike û wiha got: "Em ê di kampan de bimînin û her tiştî tehemul bikin heta ku Efrîn were rizgarkirin."

(bx)

ANHA