Hûsiyan balefirgeha Dubey armanc girtin û Îmarat derewand

Hêzên Hûsî ragihandin ku wan balefirgeha Dubey ya navnetewî li Îmarat îro armanc girtine. Desteya Giştî ya Balefirên Sivîl a Îmaratê jî ev nûçe derewand.

Hûsiyan balefirgeha Dubey armanc girtin û Îmarat derewand
30 îlon, 2018   08:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala El-Mesîra ya girêdayî hêzên Hûsî ragihand ku hêzên Hûsî îro balefirgeha Dubeya navnetewî ya li Îmarast bi balefireke bê pîlot armanc girtine.  Her wiha destnîşan kir ku balefirê rêze êrîş li dijî balefirgeha Dubey  ku 1200 km dûrî Yemenê ye pêk anîne.

Li aliyê din Desteya Giştî ya Balefirên Sivîl a Îmaratê ev nûçeya Hûsiyan derewand û got ku tevgera ezmanî li dewleta Îmarat normal e û ti rastiya van nûçeyan tune ye.